Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome 2023-08-24 15:48:33 ŞIRNEX - Li gundê Bilbêsê qedexe rabû lê dorpêça leşkêrî ji hewayî û bejahî ve didome.        Li gundê Bilbêsê yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve ji aliyê Walitiya Şirnexê ve di navbera 29’ê tîrmehê û 4’ê tebaxê de ketin û derketina herêmê hatibû qedexekirin û piştre gund ji hewayî bi helîkopteran ve hatibûn bombebarankirin. Li gel qedexeyê li ser gelek girên gund leşker hatin bi cihkirin. Ji ber ragihandina qedexeyê şêniyên gund ku debara xwe bi sewalkariyê dikin nekaribûn pezê xwe derxin zozanan. Qedexeya li ser gund 27 rojan berdewam kir û rabû. Lê belê dorpêça leşkeriyê ya li ser gund ji bejahî û hewayî didome. Gundiyên ku bêyî destûra leşkeriyê nikarin biçin zeviyên xwe jî av bidin û rojên zehmet derbas dikin.