Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike 2023-08-24 16:36:51   ENQERE - Dîsa destûr nehat dayîk ku Malbata Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 846’emîn de Nobeda Edaletê ya li Rihayê dabû destpêkirin birin Enqereyê û nobeda li Enqereyê mehek li pey xwe hişt. Malbatê di roja 31’yemîn de çalakiya xwe domand.    Malbat îro jî bi daxwaza edaletê ji ber deriyê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya. Dîsa destûr nehat dayîn ku malbat biçe Wezaretê û bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike. Polîsan destûr neda ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin. Malbat paşê vegeriya Meclisê.      Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar 31 roj in bi hincetên wek “Wezîr ne li vir e, li derveyî bajêr e” û “Wezîr di civînê de ye” destûr nayê dayîn ku bikevin avahiya Wezaretê.