Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin 2023-08-24 20:00:17       ENQERE- Di Doza Kobanê de dadgehê ji bo parastinê wext da siyasetmedar û parêzeran û dozê taloqî 4'ê Îlonê kir.    Rûniştina sêyemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Dadgeha Cezayên Giran a 22'yan a Enqereyê li dozê dinêre.    Yuksekdag a di Girtîgeha Kandira ya Hejmara 1 a Tîpa F'yê de bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dnaişînê bû. Di danişîna îro de Şeyhmûs Bayhan, parêzerê siyastemedar Nezîr Çakan ê bi awayekî negirtî tê darizandin, axivî. Bayhan di beyanên xwe de doza beraetkirina muwekîlê xwe kir.   Paşê Parêzer Sîpan Cîzrelî axivî. Cîzrelî jî diyar kir ku ji ber ku dnaişîn bênavber didomin amadekairina parastinan a ji aliyê muwekîlan û parêzeran bi derengî dikeve û ji ber vê nikarin bi awayekî yekpare dosyeyê bişopînin.    Cîzrelî xwest ku 2-3 hefteyan navber bê dayîn.    Meqama îdiayê jî xwest ev daxwaz bê redkirin. Dadgehê jî ji bo nirxandina daxwazan navber da danişînê.    Dadgehê piştî navberê daxwaza parêzeran a ji bo navberê qebûl kir û danişînê taloqî 4'ê Îlonê kir.