ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN 2023-08-25 09:00:08       * Girtiyê nexweş Mehmet Elçe yê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, çendî rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî, nayê berdan. Bêyî delîl 12 caran cezayê muebeda giran li Elçe hatiye birîn.   * Kordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar destnîşan kir ku perwerdehiya wan bi temamî bi kurdî ye û serlêdanên serdema nû bang kir.    * Ji ber ku ava Robarê Pasûrê ji ber HES'ê ziwa bû,ava vexwarinê ya navçeyê tenê ji kaniyekê tê peydekirin.    * 30 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Di vî 30 mehî de herî kêm 437 serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv hatin hiştin an jî bi hinceta cezayên "dîsîplînê" hatin redkirin.    * Berdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Sabahat Înal Acar ku êrişên desthilata AKP-MHP'ê yên li ser goristan û cenazeyan wekî "hovîtiyê" pênase kir, got: "Ev nêzîkatiya li hemberî cenazeyan hovîtî ye û nîşan dide ku mirovahî nemaye."    * Li Amedê ku di erdhejê de 19 avahî hilweşiyan, texrîbatên di sûrên dîrokî yên di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de çêbûne, ne tên restorekirin ne jî kevirên ku di erdhejê de ji wan ketine tên parastin.   * Welatiyên li taxên hêjar ên Îzmîrê dijîn diyar kirin ku jiyana wan êdî tevek bûye aborî.   * Li Siwêregê cotkaran diyar  ku kir ji ber qutkirina ceyranê nikarin zeviyên xwe av bidin, bacanên sor û îsotên wan hemû riziyan e û xwestin DEDAŞ dawî li vê zilma xwe bîne.    * Partiya Çepên Kesk û HDP dê civîna amadekariyê ya beriya “Konferansa Jinan a Mezin” li Stenbolê li dar bixe. (13.00) ZINDΠ    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku li pêşiya Wezareta Dadê daye destpêkirin dê di roja 32'yemîn de bidome. (13.30)   * Pariya Çepên Kesk û HDP dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Şaxa Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê daxuyaniyê bide. (15.00)    * Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê dê ji bo Dayikên Aştiyê yên li Geverê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane li Nûnertiya HDP’ê ya Çîmentepeyê daxuyaniyê bidin. (16.00)