Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan 2023-08-25 09:02:36   DÎLOK -  Girtiyê nexweş Mehmet Elçe yê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, çendî rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî nayê berdan. Bêyî delîl 12 caran cezayê muebeda giran li Elçe hatiye birîn.   Girtiyê nexweş Mehmet Elçe (60) ku pençeşêra mîdeyê lê peyde bûye û di Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê de ye, nayê berdan. Elçe, di 31'ê tebaxa 2016'an de ji ber îfadeya xwişka wî ya li midûriyeta polîsan di bin îşkenceyê de dabû, li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat girtin. Elçe, bi teqîna ku di 26'ê Tebaxa 2016'an de li Cizîrê çêbûbû û 12 polîs tê de miribûn, tê tawanbarkirin. Beyî ku ku delîl hebin 12 caran cezayê muebeda giran li Elçe hatiye birîn.   Nexweşxaneyê ji ber nexweşîna pençeşêrê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Elçe. Lê belê dîsa jî nayê berdan. Her wiha heya niha ji xeynî nexweşîna pençeşêrê, li girtîgehê nexweşîna wekî şekir û tansiyonê jî lê peyda bûne û 2 caran anjiyo bûye. Ji ber vê Elçe nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.    Heya niha malbata Elçe ji bo berdana wî gelek caran serlêdan kirine, lê tu encam bi dest nexistine. Ji ber vê malbatê ji bo alîkariya di warê hiqûqî de serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê da. Endamê OHD'ê parêzer Yûsûf Kartal ku li girtîgehê serdana Elçe kir, der barê rewşa wî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    BÊYÎ DELÎL 12 CARAN CEZAYÊ MUEBEDA GIRAN LÊ BIRÎNE   Parêzer Yûsûf Kartal da zanîn ku piştî teqîna Şirnaxê bêyî ku delîl hebin 12 caran cezayê muebeda giran li Mehmet Elçe hatiye birîn û wiha got: "Tenê li ser îfadeya xwişka wî ku di bin îşkenceyê de gotiye,'Birayê min wesayîtê diajot' Elçe hatiye girtin û 12 caran cezayê muebeda giran û bi tevahî 2 hezar 500 sal ceza lê hatiye birîn. Dadgehê bêyî ku li delîlan binêrê û lêpirsînê bike demildest cezayekî giran lê birî. Ji bo piştî teqînê bertekan kêm bikin tevî ku Elçe di nav bûyerê de tune bûye jî ceza lê birîn. Dema em li dosyaya wî dinêrin, tu delîlên ku ew pê bê tawanbarkirin tune ye."    RAPORA NIKARE DI GIRTÎHÊ DE BIMÎNE   Kartal bi domdarî diyar kir ku di 8 salên girtîgehê de nexweşiya pênçeşêra mideyê li Elçe peyda bûye û nexweşxaneyê jî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne' daya wî. Kartal destnîşan kir ku tevî raporê jî Elçe nayê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî rapora nexweşxaneyê parêzerên Elçe serdana berdana wî dikin lê dema ev serdan dikin dadgeh demildest cezayê Elçe erê dike. Yanî ji dêvla ku Elçe demildest bê berdan, dadgeh tevî nexweşiya wî jî bi lêz û bez cezayê wî erê dike."   'BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATIYE HIŞTIN'   Kartal anî ziman ku beriya girtinê tu nexweşiyên Elçe tune bûne, lê di girtîgehê de gelek nexweşî li wî peyda bûne û ev tişt gotin: "Piştî ku pençeşêra mîdeyê li wî peyda dibe, 2 caran anjiyo dibe, nexweşiya tansiyon û şeker jî li wî peyda dibin. Elçe êdî hatiye wê rewşê ku bi tenê serê xwe nikare bi rê ve biçe û pediviyên xwe dabîn bike. Dema em diçûn hevdîtinê jî du karmendên girtîgehê diketin milê wî û wî wisa dianîn cem me. Ji ber wê jî malbata wî daxwaza erebeya seqetan ji girtîgehê kir lê daxwaza malbatê nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê malbata wî bi derfetên xwe jê re erebeyeke kirîn. Dema em li girtîgehê bi wî re axivîn jî ji me re got, mîdeya wî hatiye girtin û divê xwarina wî cuda be, lê girtîgeh kîjan xwarinê bide girtiyên din, dide wî jî. Bi awayekî zelal meriv dikare bêje ku Mehmet Elçe bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin û serdanên me yên ji bo berdana wî nayên bersivandin."    'ATK SIYASÎ TEV DIGERE'   Kartal di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî nexweşiya giran jî ATK ji ber ku li gor siyasetê tevdigere berdana Elçe taloq dike û wiha pê dê çû: "Ji bo ku înfaza Elçe bê betalkirin malbata wî serî li her derê dide, lê nikarin tu encameke bi dest bixin. Tevî ku nexweşxane dibêje rewşa wî ne guncav e ku di girtîgehê de bê ragirtin jî ATK berdana wî taloq dike. ATK li gor biryarên nexweşxaneyê û rewşa nexweşan tevnagere, li gor meqamên siyasetê tevdigere. Ji ber wê jî yekane daxwaza me ev e ku ATK êdî bê xweserkirin."   'HIQÛQA DIJMINATIYÊ'   Kartal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hiqûqa dijminatiyê li kurdan tê ferzkiirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Kurdistanê gelek bûyerên bi vî rengî hene ku bêyî ku delîl hebin welatiyên me tên cezakirin. Di van bûyeran de bi awayekî zelal em dibînin ku hiqûqa dijminatiyê li kurdan tê ferzkirin. Yanî bêyî ku delîl hebin tu 12 caran cezayê mubedê bidî yekî ev tê wê wateyê ku tu bi hiqûqa dijminatiyê nezî wî dibe. Yanî ji bo pêşî li bertekên gel bigirin ceza dane Elçe. Gelek caran jî bêyî ku li gor hiqûqê tevbigerin bi vî awayî cezayan didin welatiyên me."   MA / Mahmût Altintaş