‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê' 2023-08-25 09:03:10   SÊRT - Berdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Sabahat Înal Acar ku êrişên desthilata AKP-MHP'ê yên li ser goristan û cenazeyan wekî "hovîtiyê" pênase kir, got: "Ev nêzîkatiya li hemberî cenazeyan hovîtî ye û nîşan dide ku mirovahî nemaye."    Desthilata AKP'ê ku hewl dide meseleya kurd bi polîtîkayên şer çareser bike, ji sala 2015'an ve êrişî goristan û cenazeyan dike. Herî dawî li Sêrtê, polîsan nehişt wecîbeyên olî yên cenazeyê Gûrbet Kaymaz a YJA-Starî ya di şerê di navbera 14-28'ê Tîrmehê de li navçeya Xîzan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, bên pêkanîn. Polîsên ku Goristana Zevyeyê dorpêç kirin, nehiştin mele bê ser cenaze û wecîbeyên olî pêk bîne û tenê destûra 10 ferdên malbatê hat dayîn ku cenaze veşerin. Berdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a Herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabahat Înal Acarê bertek nîşanî van êrişên li ser cenazeyan da û vê yekê wekî "hovîtiyê" bi nav kir.    Sabahat İnal Acar   PÊKANÎNÊN EMEWÎ Û FÎREWN   Acarê diyar kir ku ev pêkanînên desthilata AKP-MHP'ê nêzîkatiyeke dij-dînî û li dijî kurdan e û wiha got: "Ev pêkanîn, pêkanînên Emewiyan û Fîrewn in. PÊkanînên li dijî mirovahiyê ne. Ev desthilata ku siyaseta xwe li ser xwîna kurdan didomîne, bi êrişa li goristan û cenazeyan hewl dide derdora faşîst be rbi xwe ve bikişîne. Girseyeke ku zewqê ji êşkişandina kurdan digire heye. AKP jî dixwaze vê girseyê xurt bike. Siyaseta xwe li ser vî asasî ava dike."    ‘XWE DIKE ŞIRÎKÊ XWEDÊ'   Acarê destnîşan kir ku desthilat bi êrişên li cenazeyan re dixwaze ji Xwedê re şirîkekî çêbike û got: "Pêxemberê me, ji bo kesekî ji ber westiyaye û li qeraxa goristanê rûniştiye, gotiye 'li ser êgir rûniştiye.' Lê belê desthilata AKP-MHP'ê goristanan bombebaran dike, xera dike û dişewitîne. Wekî li NEwala qesaba, li ser goristanan vîlayan çêdike. Êrişî cenazey6an dike. pîvanên dîn hemû tune tên hesibandin. Ger mirovek jiyana xwe ji dest dabe û bê xwestin bi wecîbeyên olî bê definkirin, kes nikare pêşî li ber vê bigire. Astengkirina vê înkarkirina dîn e. Rabûna li ber pîvanên xwedê ye."    ‘BILA DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÊ'   Acarê destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê ji hestiyan kurdan jî ditirse û got: "Tiştên li anîn serê cenazeyê dêya Aysel Tûglûkê, tiştên li Sêrtê anîn serê Gûrbetê... Ev li dijî pîvanên dîn radibin. Li dijî Quranê radibin. Ev nêzîkatiya li hember cenazeyan hovîtî ye û nîşan dide ku mirovatî nemaye. Demildest divê dawî li vê zilmê, dorpêçkirina cenazeyan, nehiştina çûna mele, nehiştina danîna şînê û astengkirina çûna mizgeftê bê. Demildest divê dawî li vê hovîtiya li cenazeyan bê."    MA / Fethî Balaman