Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin 2023-08-25 09:03:22   AMED - Li Amedê ku di erdhejê de 19 avahî hilweşiyan, texrîbatên di sûrên dîrokî yên di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de çêbûne, ne tên restorekirin ne jî kevirên ku di erdhejê de ji wan ketine tên parastin.    Li Amedê ku bandor ji erdhejên Mereşê girt, 30 deverên sûrên dîrokî û 3 mizgeft xesar dîtin. Li gorî daneyên Komeleya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî yên Amedê ku der barê xesara ji ber erdhejê raporek amade kir, 30 deverên sûrên dîrokî yên Amedê yên di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de texrîb bûne tespît kirin.    TENÊ MIZGEFTEK HAT RESTOREKIRIN   Xesara herî mezin jî di bircên bi hejmara 18-19'an ên di navbera Birca Keçikê û Deriyê Çiyê de çêbû. Her wiha Minareya Çarling, Mizgefta Sefa û Mizgefta Behram Paşa jî xesar dîtin. Li Mizgefta Sefayê dest bi restorekirinê hat kirin, lê li deverên din hê dest bi restorekirinê nehatiye kirin.    Kevirên ku ji ber erdhejê ji qada di navbera bircên bi hejmara 18-19'an de ketin jî nêzî 7 meh in nehatine parastin.    Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz, bertek nîşanî nerestorekirina bircan û neparastina keviran da. Korkmaz got: "Kevirên ji Sûran ketine nêzî 7 meh in li erdê ne. Tê gotin ji ber ku îhale nehatiye çêkirin wiha ye. Lê bi ya me mesele ne ev e. Gava bixwazin di rojekê de îhaleyên bi milyonan çêdikin, lê gava mesele sûr bin, ev qasî disekinin."    Korkmaz destnîşan kir ku divê nasnameya bajêr bê parastin û got: "Em ferz bikin bera jî li benda îhaleyê ne, lê qet nebe dikaribûn wan kevirên dîrokî biparêzin. Ji lew re wekî hûn dizanin restorasyon tê wateya parastina tevna heyî û nûkirina wê. Lê nakin. Ew kevirên dîrokî yên ketin niha gelek ji wan tune ne. PIştî ku hûn wan neparêzin, hûn ê restorasyona çi bikin? Ger Sûr nasnameya me û dîroka me bûya, nexwe here ew nasnameya me ihata parastin."    Korkmaz diyar kir ku demildest divê cihên ji ber erdhejê texrîb bûne bên restorekirin û kevirên ketin jî bên parastin.