HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma 2023-08-25 09:05:57   AMED - Ji ber ku ava Robarê Pasûrê ji ber HES'ê ziwa bû,ava vexwarinê ya navçeyê tenê ji kaniyekê tê peydekirin.    Navçeya Pasûr a Amedê çendî xwedî herêmeke bi çiya ye û Robarê Pasûrê tê re derbas dibe jî, di warê avê de zehmetiyê dikişîne. Ji ber ku Robarê Pasûrê ji ber Santrala Hîdroelektrîkê (HES) hema bibêje hatiye asta ziwabûnê, ava navçeyê pir kêm bûye.    Li navçeyê rojê saetekê, ew jî bi awayekî nerêkûpêk av tê berdan. Ji ber vê welatî di warê peydekirina avê de zehmetiyê dikişînin.    ROJÊ SAETEKÊ AV TÊ BERDAN   Şêniyê navçeyê Savaş Hazar, anî ziman ku ji zû de ye bi vê meseleyê re rû bi rû ne. Hazar bilêv kir ku şaredariya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin jî meseleyê çareser nekiriye û got: "Rojê saetekê ya avê berdidin ya bernadin. Malbat jî nikarin bi vê avê karê xwe bikin. Divê av tim bê berdan. Ava tê malê jî bi klor e. 25 deqeyên ewil şolî diherike. Ev av ne bi kêrî xwarinê ne jî bi kêrî tiştekî din nayê. Gelek kes hem çûn şaredariyê hem jî qeymeqamtiyê. Lê hê jî mesele nehatiye çareserkirin. Ji bo berjewendiyên xwe şaredariyên me ji me stendin. Tenê rûdinên û meaşê xw ejî distînin. Em qethiyen tiştekî wiha qebûl nakin."    DIKEVIN DORÊ   Mehmet Tahir Hazar ê ji bo avê hat Mizgefta Havûzlûyê ragihand ku ava heyî ji ber baranê bêtir şolî bûye. Hazar bal kişand ser dora ji bo avê û got: "Mala min hinekî nêz e, lê hin kes ji dawiya navçeyê tên. Aveke paqij nayê Pasûrê. Ava tê malê jî ne paqij e. Em nikarin pê xwarinê çêbikin. Em nikarin pê çayê çêbikin. Em bi ava vir (a mizgeftê) paqijiyê dikin û kincên xwe difiroşin. Ev eziyet e. Kes li halê me napirse. Bila çareyekê bibînin. Ava me qîm nake. Ava paqij tune ye. Hemû navçe tê avê ji vir dibe. Ji ber ku li ser robar santral çêkirine, ava wê nayê vexwarin."    Tevfîk Hazar jî destnîşan kir ku kincên wan ji ber avê bi rojan di makîneyê de dimînin û got: "Ji bo avê ji gundê Exdatê bînin kar dan 3 muteahîdan. Tenê van hersê kesan îstifade kir. Ava tê ji Exdatê tê. Herî dawî ji ber ku têr nekir bi Robarê Pasûrê ve hat girêdan. Lê ji ber ku li ser robar santral heye, av nayê vexwarin. Hemû navçeyê ava xwe ji kaniyekê peyde dike. Ma ev heq e?"    AVÊ NADIN GEL, DIFIROŞIN!   Layîqa Zengînê jî îdia kir ku ava navçeyê tê firotin û got: "Ava me nayê, lê radibin wê difiroşin. Em diçin avê ji Mizgefta Havûzlûyê tînin. Çima heriyê didin me? Rojê tenê carekê avê berdidin. Av tê jî hemû bi qûm û gemarî ye. Hin tax hene ava wan heye, lê ya me tune ye. Ez her roj diçim avê dikişînim."    Habîbe Coşkûnê jî xwest meseleya avê bê çarserkirinû got: "Em biaxivin jî bêfêde ye. Me dixapînin. Em diçin avê ji mizgeftê dikişînin. Heyfa miletê me."    MA / Welat Ekîn