Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî 2023-08-25 09:45:51   ÎZMÎR - Welatiyên li taxên hêjar ên Îzmîrê dijîn diyar kirin ku jiyana wan êdî tevek bûye aborî.    Krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandora xwe li ser her qadên jiyanê dike. Hema hema li her tiştekî zem hatiye kirin û xelk di nava hêjariyê de difetise. Welatiyên li taxên hêjar ên Îzmîrê dijîn, di pêşwazîkirina pêdiviyên bingehîn de zehmetiyan dikişînin. Welatiyên li Taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê dijîn bertek nîşanî bihabûna her tiştî dan û xwestin ji bo krîza aborî çareseriyek bê peydakirin.   ‘CIVAK DI NAVA ALOZIYÊ DE YE’    Ji şêniyên taxê Abdulkerîm Aksoy (61) diyar kir ku tevahiya civakê ji krîza bibandor dibe û wiha got: “Ji ber vê krîzê civaka me di nava aloziyê de ye. Em êdî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane jî pêşwazî bikin. Ji bo sererastkirina aboriyê divê saziyên venihêrînê hebin. Gelo ev pereye bi ku de diçe? Ji ku tê? Divê gel van pirsan bike. Heke ez îro bixwazim dikanekî vekim, ji bacê heta karkeran û sîgortayê, nikarim vekim. Divê dewlet berê gel bide hilberandinê. Heke hilberandin nebe, ew welat tune dibe. Li pêşiya me hilbijartinên rêveberiyên herêmî hene. Dê dîsa dest bi derewan bikin. Pergala li Tirkiyeyê riziyaye û kî jî were nikare sererast bike. Heke paşverûtî, dizî, nelirêtî û hwd. hebe kesek nikare sererast bike.”    'XIZANÎ TUNDIYÊ ZÊDE DIKE’   Welatiyê bi navê Mehmet Çelîk jî diyar kir ku bûdçeya welêt ji bo şer diçe û wiha dom kir: “Belê, tu hizûra me nema ye. Em bi zar û zêçên xwe re şer dikin. Mirov xwe dikujin. Ji ber ku nikarin debara xwe bikin. Heke mirov nekare debara mala xwe bike, tiştên nebaş tên bîra mirov. Heke malbatekê 5 zarok hebin û deyndar be, ew mal dê têk biçe. Tevahiya xaka welat tê firotin. Tiştek di dest de nema. Her tim bi rêya deynan dimeşînin.”    ‘SEDEMA KRÎZÊ ŞER E’   Hîkmet Tasuk (51) jî anî ziman ku welat ber bi çiravê ve diçe û wiha got: “Tekera welêt teqiyaye û ber bi zinarekî ve diçe. Tirkiye bi sala ye li Sûriyeyê, li Iraqê şer dike. Gelo li kîjan welatê Ewropayê şer heye? Rojhilata Navîn her tim wiha ye. Heke kîloya bacanan bi 45 lîreyan be, kesek nekare nan bikire, heke penaber bên vî welatî, heke miletê vî welatî koçî welatên din bibe, ma êdî çi dimîne. Sedema vê krîza aborî, şer e. Ma ev dê heta kengî wiha bidome? Heta ku aştî neyê vî welatî tu tiştek sererast nabe.”    'BÊYÎ KU ŞERM BIKIN DENGAN DIXWAZIN’   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ekrem Balkaya (70) jî destnîşan kir ku heta niha tu caran krîzeke aboriyê ya wiha giran nejiyaye û wiha pê de çû: “Bila rêveberên welat bên bes mehekê li mala min bijîn. Sotemeniya bi 15 lîreyan derketiye 40 lîreyan. Gelek zehmetî hene. Ez teqawid bûme û cara ewile rezaleteke wiha dibînim. Bila bên bi 7 hezar û 500 lîreyan bijîn. Piştre jî bêyî ku şerm bikin bila bên dengan bixwazin. Serê sibehê ji mal derdikevin û êvarê vedigerin malê. Em nikarin debara xwe bikin. Xelk nikare kîloyeke goşt bikire. Simît bûye 10 lîre. Li rexa din jî fatûreyên ceyran û avê. Ma dê mirov çawa bijî. Kesên li Ewropayê tevî malbatên xwe tên û mehekê li vir digerin û keyfa xwe dikin. Em nikarin ji vir biçin Çeşmeyê. Heta ku ev hikûmet hebe dê ev welat sererast nebe.”    ‘JIYANA ME BÛYE ABORÎ’   Sevgî Katir (42) jî got ku ji ber mesrefên zêde nikare debara xwe bike û bal kişand ser zemên her roj tên kirin. Katir, ev tişt anî ziman: “Dibistanên zarokên me vedibin. Di demên dawî de kirêyên malan zêde bûn. Tu diçî cem qesab, zebzefiroş û dikandaran lê nikarî tiştekî bikirî. Her tişt biha ye. Pêşveçûna welat qet baş nîne. Hilberîn nîne. Em her tim dimezêxin. Ciwan û jin bêkar in. Li taxa me tu kesekî rûken nabînî. Em her roj bûyerên nebaş dibihîsin. Sedema vê jî krîza aborî ye. Ciwan dibêjin; ‘Em ê çi bikin? Her roj kesên di nava malan de bi nîqaş diçin û derûniya wan xera bûye. Mezin çi biaxivin, zarok jî heman tiştan dibêjin. Jiyana me tevek bûye aborî.”    MA / Delal Akyuz