Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin 2023-08-25 10:32:23   STENBOL - Hevdîrektorê MLKA’yê Veysel Ok diyar kir ku şîrketên BTK û GSM’ê ji bo erdheja Stenbolê amade nînin û wiha got: “Heke li Stenbolê bi ser pileya 7’ê re erdhejek çêbibe, dê li Tirkiye bi rojan kesek nekare peywendiyan deyne.”    Di 6’ê Sibatê de li Mereşê du erdhejên mezin çêbûn û bandoreke mezin li 11 bajaran kir. Li gorî daneyên fermî, zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Xemsariyên bûne sedema windahiyên canî hêj jî di raya giştî de tên nîqaşkirin. Di dema erdhejê de ji sedî 30’ê stasyonên bazê betal bûn û bi rojan pirsgirêka şebeke û înternetê hate jiyîn. Vê yekê jî binpêkirinên heyî zêdetir kir. Saziya Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê (BTK) ya girêdayî Wezareta Veguhestin û Binesaziyê li ser medyaya dijîtal serî li tengkirina bandê da, nehişt ku cihê welatiyên di bin kavilan de were parvekirin û bi vê yekê re rê li ber mirina bi hezaran kesan vekir.    Rayedarên operatorên Pergala Kûrewî ya ji bo Peywendiyên Mobîlê (GSM) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ji ber berpirsyartiya wê ya di erdhejê de çendek roj berê bi sedemên “Astengkirina peywendîdanînê”, “Bi zanebûn kuştina mirovan” û “Bi zanebûn bûne sedema birîndarkirina mirovan” derheqê BTK’ê de serlêdana sûc kir.    Di 26’ê îlona sala 2019’an de li behra Sîlîvrî ya Stenbolê bi pileya 5,8 erdhej çêbûbû û hema hema hemû operatorên GSM’ê betal bûbûn. Ji ber vê yekê niha çavê her kesî li ser erdhejeke îxtîmalî ya li Stenbolê ye. Heke erdheja mezin a îxtîmalî ya li Stenbolê çêbibe, nayê zanîn bê ka operatorên GSM’ê û BTK ji bo pêvajoya erdhejê çiqasî amade ne. Têkildarî mijarê em bi Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok re axivîn. Ok, got ku di erdhejên Mereşê de operatorên GSM’ê û BTK betal bûn û heke heman tişt di erdheja Stenbolê de jî çêbibe dê bi karesateke pir mezin re rû bi rû bimînin.    BTK Û OPERATOR AGAHIYAN NADIN   Ok, got ku di erdhejên Mereşê de welatî bi rojan ji şebekeyê mehrûm man û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê rewşa peywendînedanînê, bi hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Dema em li erdheja Mereşê dinêrin, dibînin ku Turkcell, Vodafone, Turk Telekom, BTK û şîrketên taybet û cemaweriyê tu amadekarî nekirine. Ji ber ku tevdîr tune bûn. Me dît ku stasyonên bazê yên gerok tune ne. Heta fîrmaya Turkcell’ê di reklaman de digot ku dê bi rêya droneyan stasyonên bazê bidin. Lê me ev tu caran nedît. Heta rojek piştre ev reklam rakirin. Heke di mijara peywendîdanînê de tevdîrên rast bihatina girtin, niha dibe ku bi hezaran mirovan jiyabûna. Piştî ku cenazeyên wan derxistin, peyamên wan nû hatin.”    JI BO SERLÊDANA SÛC BIRYARA NEŞOPANDINÊ YA BÊSEDEM    Ok, bi lêv kir ku ji ber erdhejên Mereşê derheqê BTK û şîrketên GSM’ê de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kirine û wiha derbirî: “Dozgerî bêyî ku sedemekî nîşan bide ji bo vê serlêdana me biryara neşopandinê da. Me jî îtîraz kir. Me ev doz ji bo pêşîlêgirtina erdhejeke îxtîmalî ya Stenbolê vekir. Heke îro derheqê GSM û BTK’ê de doz bihata vekirin, dê ji bo erdheja Stenbolê hemû tevdîr bigirtina. Dewlet û daraz van şîrketan diparêze. Tevî van xemsariyan jî dewlet wan sûcdar nabîne. Heke wisa nefikiribûna em ê ji bo erdheja Stenbolê bêhtir amade bûna. Ev şîrket û BTK xwe berpirsyar nabînin lewma dibêjin qey dê hesabê nedin. Lewma tu amadekariyan nakin.”    FRAGMANA KARESATA DÊ PÊK BÊ   Di berdewamê de Ok erdheja bi pileya 5,8 a di sala 2019’an de li Stenbolê pêk hatî bi bîr xist û wiha axivî: “Şebeke têk çûn. Heke li Stenbolê erdhejeke bi ser pileya 7’ê re çêbibe dê Tirkiye bi rojan bê peywendî bimîne. BTK û şîrketên GSM’ê têkildarî tevdîrên xwe tu agahiyan nadin raya giştî. Em nizanin bê ka çend stasyonên wan ên bazê yên gerok hene, çend binesaziya fîberê hene. Nebûna agahiyên têkildarî plana çalakiyê ya lezgîn, dikarim bibêjim fragmana karesata em ê bijîn e. Di vê mijarê de bersiva pirsên me jî nadin. Heke erdhej çêbibe dê li gelek deverên Stenbolê pirsgirêka şebekeyê derkeve. Bacên gel ji bo binesaziya ragihandinê nayên xerckirin. GSM hatine yekdestîkirin. Îktîdar mudaxileyî vê rewşê nake. Avakirina vê binesaziyê karê BTK û şîrketên GSM’ê ye. Divê dewlet jî venihêrîna wê bike. Di sektora ragihandinê de bacên herî zêde li Tirkiyeyê tên dayîn û şîrketên GSM’ê pereyekî pir mezin qezenc dikin. Tevî vê jî tu amadekariyan nakin.”    ‘RAGIHANDIN MAFEKÎ CEMAWERIYÊ YE’   Ok, bal kişand ser tevdîrên Ewropayê yên ji bo erdhejê û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo kesên di bin kavilan de mane bikarin cîhazê xwe şarj bike li nêzî kavilan stasyona şarjê didanin. Bi vê yekê re ewkes bi derve re peywendiyan dane. Li welatên demokratîk ragihandin mafekî cemaweriyê ye. Ragihandin mafekî cemaweriyê yê di bin venihêrîna dewletê de ye. Ev şîrketên GSM’ê heta ku berjewendiyên cemaweriyê esas negirin, nikarin bi tena serê xwe tiştekî bikin. Ji bo erdhejên îxtîmalî jî planên wan ên çalakiyê yên lezgîn hene. Ev plan bi civaka sivîl û saziyên cemaweriyê re hatine parvekirin. Lê li Tirkiyeyê di navbera BTK û şîrketên GSM’ê de tu hevkariyeke wiha nîne. Em nizanin ka plana çalakiyên lezgîn a wan hene yan na. Tu tiştek nîne. Erdhejên Sîlîvrî û Mereşê delîla vê ya herî şênber bûn. Banga min ji bo partiyên siyasî ew e ku li Meclisê hesabê ji BTK û şîrketên GSM’ê bipirsin.”    MA / Ferdî Bayram