Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da 2023-08-25 11:24:34 COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk ku wek “Dayika Sîsin” û bi têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê tê zanîn, heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo aştiyek birûmet li ber xwe da.    Dayikên Aştiyê Adalet Safalî û Perîşan Akçelîk ên di 22'ê tebaxê de ji Geverê ji bo îfade bidin dozgeriyê çûn Edliyeya Colemêrgê, di dema vegerê de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Di heman qezayê de kurê Akçelîk, Cîhan Akçelîk jî jiyana xwe ji dest da. Du lawên Perîşan Akçelîk di têkoşîna azadiya kurd de canê xwe ji dest dan e. Lawek wê di serdema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de û keçek wê jî di serdema qedexeya derketina derve ya li Geverê jiyana xwe ji dest dan. Li du Perîşan Akçelîk û malbata wê mîratyek berxwedanê ya girîng ma.    Her kes wê wek “Dayika Sîsin” nas dike. Têkoşîna azadiyê ya Perîhan Akçelîk di salên 1990’î de dema birayê wê beşdarî PKK’ê bû dest pê dike. Piştî ew dizewice jî li ser hişmendiya têkoşîna bo nasnameya xwe û hişmendiya zayendî têkoşîna xwe didomîne. 5 keç û 2 lawên wê çêdibin. Kaça wî Evîn Akçelîk (Nuda Gever) di sala 2008’an de û lawê herî mezin Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) di sala 2012’an de tev li PKK’ê dibin.    BIRYARA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA WÊ    Akçelîk a li pişt biryara têkoşîn û berxwedana zarokên xwe sekinî, keça wê Evîn Akçelîk di serdema qedexeya derketina derve ya li Geverê û kurê xwe Kajîn Akçelîk jî di dema qedexeya derketina derve ya li Nîsebînê di şer de jiyana xwe ji dest dan. Akçelîka ku ji bo cenazeyê keça xwe bigire têkoşiya, cenazeyê keça xwe girt û li Geverê veşart. Akçelîk di merasîma cenaze de axivîbû û gotibû, “Qetilkirina Evînê û parçekirina bedena wê ji aliyê dewletê ve ji bo min bû derdek mezin. Ez nikarim qebûl bikim ku ev têkoşîn bi wî awayî nîvco bimîne.” Akçelîk destnîşan kiribû ku wê têkoşîna keça xwe ji cihê ku lê hiştiye bidomîne.   Hê bi ser şîna keça wê ve 2 meh derbas nebûn vê carê Akçelîk di 17'ê tebaxa 2016'an agahiya ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye wergirt û cenazeyê wî ji Mêrdînê wergirt û anî li Geverê li kêleka keça xwe defin kir. Bavê an Saîd Akçelîk ku piştî mirina zarokên xwe bi nexweşiya penceşêrê ket, di sala 2021'an de jiyana xwe ji dest da û li cem zarokên xwe hat veşartin. Akçelîk a ku du zarokên wê û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dan ji bo aştiyeke bi rûmet dest bi têkoşînê kir. Akçelîk ku yekane daxwaza wê ew bû ku li kêleka zarokên xwe bê definkirin, li kêleka kurê xwe Cîhan Akçelîk ê ku di qezayê de bi hev re jiyana xwe ji dest dan û li kêleka keç û kurê xwe hat veşartin.    ‘HÊRSA ME JI ÊŞA ME MEZINTIR E’    Xwişka Akçelîk, Zozan Dedeoglû diyar kir ku tu pênûs têra nivîsandina vê têkoşîn û êşê nake û got: “Mixabin destên ku du birayên min qetil kirin xwişka min û biraziyê min jî qetil kirin. Êşa me zêde ye lê hêrsa me ji êşa me mezintir e. Sê kesên ku di wê qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane jî şehîd in. Sax çûn û mirî li me vegeriyan. Sê zarokên ezeb û keçek zewicî li pey dayika xwe man. Dê, bav û xwişk û birayên wan jiyana xwe ji dest dan.”    ‘HER KES ŞAHIDÊ TÊKOŞÎNA WÊ YE’    Dedeoglû diyar kir ku tevî hemû zilm û zordestiyê jî xwişka wê têkoşîna xwe ya ji bo jiyan û aştiyek bi rûmet berdewam kir û wiha got: “Tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Ew jinek bi kesayeta xwe ya têkoşînê dihat naskirin. Zarokên wê jiyana xwe ji dest dan, hevjînê wê mir, lê tu carî ruhê xwe yê têkoşînê ji dest neda. Heta roja ku şehîd ket têkoşîna xwe domand. Têkoşîna wî wê her tim bidome. Em hemû bûne şahidê têkoşîna wî ya bi salan. Hêvîdar im kesên ku bûne sedema mirina wan jî heman êşê bibînin.”   ‘XEYALA WÊ KURDISTANEK AZAD BÛ’   Dedeoglû anî ziman ku xwişka wê di rêya têkoşîn û aştiyek bi rûmet de canê xwe ji dest da û got: “Xeyala wê tenê ew bû serkeftina gelê kurd û avakirina Kurdistanek azad bû. Ji bo xeyalên xwe têdikoşiya. Ji bo gelê kurd ji bo bindestiyê û zilmê rizgar bibe têdikoşiya.”    MA / Rûken Polat