Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in 2023-08-25 12:37:04     NAVENDA NÛÇAYAN - Derket holê ku şaredariyên ku ji aliyê şaredarên AKP’ê û qeyûman ve tên birêvebirin, 6,7 milyar lîre ji Wezareta Xezîneyê re deyndar in.   Wezareta Xezîneyê û Maliyeyê di 21’ê tabaxê de deynê 30 îdareyên xwecihî ku ji Xezîneyê re deyndar in nûjen kir. Li gorî daneyan, ev îdareyên xwecihî bi giştî 10 milyar û 504 milyon lîre ji Xezîneyê re deyndar in. Li gorî nûçeya rojnameya Bîrgunê, şaredariyên ku ji aliyên şaredarên AKP’ê û qeyûman ve tên birêvebirin, saziyên ku herî deyndar in.    Ji 10,5 milyar lîre deyn, 6 milyar û 698 milyon lîre deyn aydî şaredarên AKP’ê û qeyûman in.    Şaredariya ku herî deyndar e Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê ya AKP’yî ye. Deynê vê şaredariyê 2 milyar û 229 milyon lîre ye. Li pişt Şaredariya Kocaeliyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Samsûnê tê û deynê wê jî 941 milyon lîre ye. Deynê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya aydî Şaredariya Bajarê Mezin a Samsûnê jî 353 milyon lîre ye.    Şaredariyên din ên deyndar wiha ne:    * Şaredariya Êlihê (rêveberiya qeyûm): 336 milyon û 56 hezar TL   * Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê (AKP): 759 milyon û 623 hezar TL   * Îdareya Avê û Kanalizasyonê ya Bûrsayê: (AKP): 414 milyon û 726 hezar TL   * Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzliyê (AKP): 73 milyon û 960 hezar TL   * Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê (AKP): 34 milyon û 274 hezar TL   * Şaredariya Sêrtê (rêveberiya qeyûm): 71 milyon û 254 hezar TL   * Şaredariya Sêwazê (AKP): 264 milyon û 414 hezar TL   * Îdareya Avê û Kanalizasyonê ya Amedê (rêveberiya qeyûm): 216 milyon û 584 hezar TL.