Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin? 2023-08-25 15:53:33   ENQERE - Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê didomîne bertek nîşanî astengiya çalakiyê da û got: “Çima hûn Îbrahîm Halîl Yildiz diparêzin?”   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 846’emîn de Nobeda Edaletê ya li Rihayê dabû destpêkirin birin Enqereyê û nobeda li Enqereyê di roja 32’yemîn de çalakiya xwe domand.    Malbat îro jî bi daxwaza edaletê ji ber deriyê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya. Dîsa destûr nehat dayîn ku malbat biçe Wezaretê û bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike. Bi hinceta ku “Wezîr li derveyî bajêr e” destûr nehat dayîn ku malbat bikeve avahiya wezaretê. Polîsan îro jî destûr neda ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin.    ‘WÊ ÇI KEZEBA MIN HÊNIK BIKE?’   Emîne Şenyaşar a ku çûna wê ya wezaretê tê astengkirin, ji bo malbata xwe daxwaza edaletê dike. Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ê qetlîamê pêk anî tê parastin û got: “Malbata min tune kirin. Wê çi kezeba min hênik bike? Wan gule berê kezeba min da, qetil kirin.”     NAHÊLIN KU KES PIŞTIGIRIYÊ BIDE MALBATÊ    Li ser berteka Emîne Şenyaşar, welatiyek xwest biçe cem wê. Polîsan ew welatî asteng kir û ji wir dûr kirin. Emîne Şenyaşar ji polîsan re got, “Çima hûn kujerên malbata min nagirin? Çima hûn Îbrahîm Halîl Yildiz diparêzin? Çima hûn li ser serê me kom dibin û derdora me digirin.”   Malbat paşê dîsa vegeriya Meclisê.