Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye 2023-08-25 18:32:23   COLEMÊRG /ÎZMÎR – Li Colemêrg û Îzmîrê têkildarî Dayikên Aştiyê yên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku ev yek ji ber bêhiqûqîtiyê qewimiye.    Di 15'ê Tebaxê de li Colemêrgê û navçeyên wê Gever, Çelê û Şemzînanê di avêtina ser malan de Dayikên Aştiyê jî di nav de 23 kes hatin binçavkirin. Di 22'yê Tebaxê de Adalet Safali, PErîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ên ji bo îfadeyê bidin dozgeriyê ji Geverê çîn Colemêrgê, di vegerê de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan û parêzer Erdal Safali jî bi giranî birîndar bû. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Platforma Şaxên Konfederasyona Kedkarê Cemaweriyê (KESK), Berdevkiya TMMOB'ê ya Geverê, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetkaran, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) û gelek rêxistinên civaka sîvîl û pîşeyî ji bo Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dan daxuyanî dan.   COLEMÊRG   Sekretera ÎHD a Şaxa Colemêrgê Pinar Şen Zengîn metna daxuyaniyê xwend. Zengînê bibîr xist ku ji 23 kesên di 15'ê Tebaxê de hatine binçavkirin du jê Dayikên Aştiyê bûne û got ku parêzer Erdal Safali ji bo îfadeya bi rêya SEGBÎS'ê serî li dozgeriyê daye, lê dozgeriyê qebûl nekiriye. Zengînê got: "Di vegerê de li cihekî 10 kîlometre dûrî navçeyê wesayîta wan û kamyenoyeteke aîdî şîrketeke kargoyê li hev qelibîne û Adalet Safali û Perîşan Akçelîk li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane û kurê Perîşan Akçelîkê Cîhan Akçelîk û ajovan Parêzer Erdal Safali jî bi giranî birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Cîhan Akçelîk ji ber kêmasiyên teknîkî yên li nexweşxaneyê sewqî Wanê û Erdal Safali jî sewqî Colemêrgê hatiye kirin. Lê belê berî ku Cîhan Akçelîk bigihînin wanê ew car din anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û gava wî anîne qelbê wî sekiniye û tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest daye. Ev bûyera wehîm bi muameleyeke dij-hiqûqî ya li hemberî Dayikên Aştiyê dest pê kiriye û bûye sedema bûyereke wiha trajîk."    ÎZMÎR   Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê jî ji bo Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk li Nûnertiya HDP'ê ya Çîmentepeyê daxuyaniyek dan.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku demildest divê dawî li van polîtîkayên qirêj ên li ser Dayikên Aştiyê bê. Dayikên Aştiyê bilêv kirin ku qezaya çêbûye ne ne mirineke asayî ye û got ku ji ber îfadeya bi darê zorê ya dewletê jiyana xwe ji dest dane. Dayikan got: "Ev mirin ne çarenûsa me ne. Ger dayik ji bo îfadeyê neçûna, belkî ev qez açênebûna. Ev ne çarenûs e, zilimkar vê ji bo me rewa dibînin. Ji ber ku em doza aştiyê dikin vê zilmê li me dikin. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bernedin.    Dayikan di daxuyaniya xwe de bilêv kirin ku dê Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane, her tim di têkoşîna xwe de bibîr bînin.