Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand 2023-08-25 20:21:07   MÊRDÎN- Li navçeya Qoserê jina bi navê Sûriye Akturk li ser banê xaniyê xwe agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Qoser a Mêrdînê jina bi navê Sûriye Akturk a 50 salî ji ber sedemeke nehat hînkirin li ser banê xaniyê xwe agir berda bedena xwe. Kesên li derdorê gava pê hesiyan mudaxile kirin, lê Akturkê jiyana xwe ji dest da. Paşê gelek îtfaiye û tenduristkarên beşa lezgîn a 112'an hatin cihê bûyerê.   Tenduristkaran cenazeyê Akturkê bi ambulansê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.