Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne 2023-08-25 22:07:24   MÊRSÎN- Partiya Çepên Kesk ku li Mêrsînê serdanên xwe yên gel didomîne, serdana Komeleya Êlihiyan a Mêrsînê kir.    Partiya Çepên Kesk, Parlementerê Mêrsînê Alî Bozan û Parlementerê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û şandeya bi wan re di çarçoveya serdanên xwe yên gel de, serdana Komeleya Êlihiyan a Mêrsînê kirin. Şande ji aliyê serokê komeley û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.    Parlementerê Mêrsînê Alî Bozan ku li vir axivî, anî ziman ku ji hilbijartinê heya niha bi gel re ne, lê belê di warê rêxistinkirinê de hin kêmasiyên wan çêbûne. Bozan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Divê li malê, li kuçeyê, li her derî tecrîd di rojeva me de be. Em tenê ne partiyeke siyasî, di heman demê de em tevgereke gel in. Lewma divê em gelê xwe, zimanê xwe û çanda xwe jibîr nekin."    Paşê Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî. Tiryakî jî diyar kir ku piştî hilbijartinê di çaçroveya jinûvesazkirinê de nêzî 600 civînên gel li dar xistine û got: "Her kesî rexneyên xwe kir û kêmasiyên partiyê anîn ziman. Piştî van civînan me raporek amade kir û ber bi kongreyê ve me di warê awayên xebatên xwe de hin nirxandin kirin. Dê ji niha û pê ve biryar ji herêmê ber bi navendê ve bên girtin. Ger em hêza xwe nekin yek her biçe em ê tune bibin. Li partiya me cihê her kesî heye."