ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-26 09:00:01       * Rojnamevan Veysî Sarisozen diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di serdanên xwe yên Bexda û Hewlêrê de polîtîkaya şantajê esas girtiye û got: "Ger hikûmeta Iraqê serî li be rpolîtîkayeke şantajê ya bi vî rengî bitewîne, dibe ku şerên gelekî xwîndar çêbibin. Divê her kes baldar be."    * Jinan anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi paradîgmaya jinan azad kiriye û ew wêrek kirine û gotin ku rizgariya jinên kurd bi şikandina tecrîdê pêkan e û dê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin.    * Mexdûrê erdhejê Alî Erdogan ê ji 7 saliya xwe ve astengdar e ji ber ku di erdhejê de xaniyê wî xesar girtiye di konteyner de dijî. Erdogan anî ziman ku ew nikare li ser lingê xwe bigere û daxwaza erebeyeke astengdaran kir.    * Dayika Aştiyê Adalet Safali ku gotinên wê yên dawî aştî û têkoşîn bûn, wekî Perîşan Akçelîk ku di heman qezayê de jiyana xwe ji dest da, temenê xwe bi têkoşînê derbas kir.    * Li Wanê daxuyaniyên ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê bi biryara Walîtiyê hatibûn astengkirin. Rêveberê ÎHD a Şaxa Wanê Necdet Ceyhan anî ziman ku biryara walîtiyê li dijî hiqûqê ye û got ku dê çalakiyên xwe bidomînin.    * Li Zozana Feraşînê mizgîndêra demsala payizê, kulîlka Canemergê bişkivî.    * Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD'ê li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bigerin û faîl bên darizandin dê di hefteya 961'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê dê li gelek bajaran bi armanca piştgiriya Dayikên Şemiyê dê daxuyanî bidin. (12.00)   * HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo amadekariya "Konferansa Mezin a Jinan" dê li avahiyên Sancaktepe, Şîşlî û Bagcilarê yên HDP'ê civînan li dar bixin. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê dê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)    * Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê têkildarî talankirina xwezaya li Çiyayê Cûdî rapora ku amade kiriye dê li avahiya KESK'ê ya Şirnexê eşkere bike. (16.00)