Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike 2023-08-26 09:00:49     DÎLOK - Mexdûrê erdhejê Alî Erdogan ê ji 7 saliya xwe ve astengdar e, ji ber ku di erdhejê de xaniyê wî xesar girtiye di konteyner de dijî. Erdogan anî ziman ku ew nikare li ser lingê xwe bigere û daxwaza erebeyeke astengdaran kir.    Alî Erdogan (67) ku di erdhejên 6'ê Sibatê yên Mereşê de minare bi ser xaniyê wî yê li gundê Kazîklî yê navçeya Islahiye ya Dîlokê ketiye, xaniyê wî xesar dîtiye. Erdogan, ji ber vê niha di konteynerê de dimîne. Erdogan ku lingekî wî hê gava heft salî bûye hatiye jêkirin û ji ber vê nikare tevbigere, ji bo karibe bi tena serê xwe bigire û pêdiviyên xwe dabîn bike, erebeya astengdaran dixwaze.    Erdoga diyar kir ku dema ew 7 salî bûye li gund mar bi lingê wî vedaye û li nexweşxaneyê lingekî wî hatiye jêkirin. Erdogan bi lêv kir ku xaniyê wan jî di erdhejê de xesar dîtiye û wiha got: "Di erdhejê de jî mînare bi ser xaniyê me de ket. Xaniyê min xesar dît. Niha em çar kes di konteynereke de dimînin. Ez nikarim li ser lingê xwe bigerim. Di konteynerê de jî jiyan zehmet e. Ji ber wê jî ez erebeyeke astengdaran dixwazim. Min berê jî daxwaz kir, ji Kizilayê hatin qeyda min jî çekirin lê piştî wê tu agahî nehat."   'NIKARIM PEDIVIYÊN XWE DABÎN BIKIM'   Erdogan anî ziman ku ew nikare bi derfetên xwe ji xwe re erebeya astengdaran bikire û ev tişt gotin: "Ez jî teqawid bûme, ji ber wê jî dewlet di çarçoveya mûçeya seqetbûnê de 7 hezar û nîv pereyan dide min, lê em nikarin bi wî pereyî tiştekî bikirin. Ji ber wê ez bi derfetên xwe nikarim erebeyekê bikirim. Min gelek caran rapora xwe li nexweşxaneyan gerand lê tu tiştek jê derneket. Ez nikarim bi tena serê xwe jî pêdiviyên xwe dabîn bikim. Nikarim bigerim an jî tiştekî bikim."   'HÊ DEST BI ÇÊKIRINA XANÎ NEKIRINE'   Erdogan destnîşan kir ku tevî zêdetirî 6 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî lê hê dest bi çêkirina xaniyê wî nehatiye kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema xaniyê me xirab bû em ne li malê bûn. Pişt re em hatin. Em di destpêke de di kon de man, piştî çend mehan konteyner dan me û niha jî em di konteynerê de ne. Ji me re gotin em ê xaniyan çêbikin lê heta niha tu tiştek nehatiye kirin. Xaniyê me jî wisa sekiniye. Ne xanî hilweşandin ne jî dest bi çêkirina xaniyan kirin. Em dixwazin pereyan bidin me da ku em bi xwe xaniyên xwe çêbikin."     MA/Mahmût Altintaş