Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin 2023-08-26 09:03:41   STENBOL - Jinan anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi paradîgmayê jinan azad kiriye û ew wêrek kirine û gotin ku rizgariya jinên kurd bi şikandina tecrîdê pêkan e û dê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de, 30 meh in xeber nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê yan nayên bersivandin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin. Li dijî vê tecrîda girankirî kurd û dostên wan li çar hawirdorê cîhanê çalakiyan li dar dixin û doza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Ocalan dikin.   Jinan bandora tecrîdê ya li ser jinan nirxand û gotin ku dê li dijî tecrîdê têbikoşin.    RÊXISTINKIRIN   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîkê anî ziman ku yên herî zêde tecrîdê his dikin jin in û got ku îzolekirina jinan a ji qada siyasetê û helwesta çewisîner a li hemberî jinan encameke tecrîdê ye. Çelîkê destnîşan kir ku jinan mîsyona herî bihêz a têkoşîna azadiyê jin in û got ku bi rêxistinkirina hemû saziyên jinan şikandina tecrîdê pêkan e.    Çelîkê got: "Ji bo berxwedaneke xurt a li dijî polîtîkayên qirker, divê zemîneke rêxistinkirinê ya bi hev re biafirînin."    ‘PÊŞENGIYA JINÊ KIR'   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Selcan Saygi ku got "Dewlet dixwaze bi tecrîdê serok bi gel bide jibîrkirin" destnîşan kir ku jibîrkirin ne hêsan e. Saygiyê wiha axivî: "Ji lew re felsefeya serok li cîhanê belav bûye. Û felsefeyeke serok a ji aliyê gel ve esas hatiye girtin heye." Saygiyê anî ziman ku Abdullah Ocalan pêşengiya şiyarbûna jina kurd kiriye û got ku Rêberê PKK'ê hemû jinên hatine înkarkirin û tepisandin wêrek kiriye. Saygiyê destnîşan kir ku ew ê her tim fikrê Abdullah Ocalan esas bigirin û dê bibin pêşengê têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî.    Saygiyê bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya di her warî de di nava krîzan de ye û got ku ev ne li derî tecrîdê ye. Saygiyê ji bo Abdullah Ocalan karibe hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike bang jinan kir ku bitêkoşin.    ‘TEQEZ DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'   Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Sêyan a Stenbolê Gulîstan Aydin got ku tecrîd pergaleke "plankirî" û "projekirî" ye. Aydinê bilêv kir ku Abdullah Ocalan paradîgmaya jinê afirandiye û tevgera jinan a kurd rakiriye ser pêyan û wiha pêde çû: "Ocalan bi paradîgmaya xwe ya jinê pêşengiya rizgariya jinê kir. Tespîteke serok heye, dibêje, 'Hûn li ku ketin, divê hûn li wir rabin.' Kîjan jin li ku ket, wê li wir rakir." Aydinê destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê jin xwe birêxistin bikin û got: "Teqez divê ev tecrîda mutleq bê şikandin. Wekî din alternatîfeke vê tune ye. Rizgariya jinê, girêdayî şikandina tecrîdê ye."    MA / Rûkiye Adiguzel