Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin 2023-08-26 09:03:55 WAN - Li Wanê daxuyaniyên ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê bi biryara Walîtiyê hatibûn astengkirin. Rêveberê ÎHD a Şaxa Wanê Necdet Ceyhan anî ziman ku biryara walîtiyê li dijî hiqûqê ye û got ku dê çalakiyên xwe bidomînin.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), der barê qedexekirina çalakiya 700'emîn a Dayikên Şemiyê ya li Beyoglûya Stenbolê û mudaxileya polîsan a li çalakiyê de biryar da ku ya hatiye kirin binpêkirina mafê lidarxistina meş û civînan e. Dadgehê biryara xwe ya têkildarî serlêdana Dayika Şemiyê Masîde Ocaka ku di 2019'an de serî li AYM'ê dabû, eşkere nekir, lê mînakeke wê "ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên nû" ji Qeymeqamtiya Bolûyê re şand. Di biryarê de hat gotin ku divê çalakiyên bi vî rengî bi rêzgirî bên pêşwazîkirin.    Lê belê tevî biryarê jî çalakiyên Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê tên astengkirin. Ji bo piştgiriya xizmên windayan û parêzvanên mafan ên her hefte li Stenbolê ber bi Qada Galatsarayê ve dimeşin, li her bajarî bi awayekî hevwext daxuyanî tên dayîn. Wekî hemû bajaran li Wanê jî daxuyaniyên parastvanên mafên mirovan ên roja şemiyê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Walîtiya Wanê her hefte roja şemî û yekşemê "lidarxistina çalakiyan" qedexe dike. Polîs jî xwe disipêrin vê biryara qedexekirinê û nahêlin daxuyanî bê dayîn.    Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Parêzer Necdet Ceyhan destnîşan kir ku biryara walîtiyê li dijî destûra bingehîn e û got ku demildest divê dest ji vê biryarê bê berdan.    'LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'   Ceyhan biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo lidarxistina çalakiyên li Qada Galatasarayê bibîr xist û got ku lê dîsa jî polîs daxuyaniyan asteng dikin. Ceyhan destnîşan kir ku polîs demildest divê li gor biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigerin û got: "Em ÎHD li her bajarî piştgiriya Dayikên Şemiyê dikin. Lê belê biryara qedexekirinê ya walîtiyan a li dijî çalakiyan li dijî hiqûqê ye. Gava em li sedemên van biryaran mêze dikin, em dibînin ku bi temamî kêfî ne. Demildest divê dest ji van biryarên kêfî bê berdan."    Ceyhan destnîşan kir ku astengkirina çalakiyên dayikên şemiyê binpêkirina mafan e. Ceyhan bilêv kir ku biryara Walîtiya Wanê ku her hefte du rojan "lidarxistina çalakiyan" qedexe dike biryarekeê kêfî ye û got: "Em ê di vî warî de serî li hemû rêyên qanûnî bidin. Ji lew re çalakiyên ku em dikin bi temamî li gor hiqûqê ne. Em ê çalakiyên xwe yên roja şemiyê bidomînin."