Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min! 2023-08-26 09:58:10   AMED - Welatiyek Amedê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê da û diyar kir ku ev polîtîka xelkê mehkûmî birçîbûnê kiriye û got: “Zindanan çêdikin, mirovan dibin dixin wê zindanê. Te tî û birçî dihêle. Paşê derî vedike, gepek nan û qedehek av dide te. Paşê jî ‘Tu her bijî padîşahê min’.”    Xelkê Amedê ku hatin bazara taxê ya roja pênşemê ku li semta Ofîsê tê danîn û li dijî krîza aborî û bihakirina tiştên bazarê gilî û gazinên xwe anîn ziman.    ‘DIVÊ RÊVEBERÎ BIGUHERE’    Canan Tayfûr a dayika 3 zarokan da zanîn ku ew li kafeyekê dixebite da ku debara zarokên xwe bike û got: “Ez hatim bazarê lê min nikaribû tiştekî bikirim. Her tişt biha bûye. Em jî nizanin em ê êdî çawa bikin. Li cihek wek Ofîsê kirê bûne 10 hezar lîre. Avahiya bi sed hezar lîre dihat firotin kirine milyonek û nîv. Divê demildest rêveberî biguhere.”    ‘ÊDÎ EM NIKARIN ZEBEŞEKÎ BIKIRIN’    Servet Ozkaynak jî destnîşan kir ku ew êdî nikarin zebeşek û fêkiyan bikirin û got: “Bifikirin zebeşek êdî bûye 140-150 lîre. Em nanoziko dixebitin û debara xwe dikin. Em nikarin mîna berê tiştekî bikirin. Êdî bes e. Bila rêveberî biguhere.”    ‘SÛCÊ DEWLETÊ YE’    Salîha Beşer a bi meaşê exiyariyê debara xwe dike jî destnîşan kir ku berpirsiyarê van hemû bihakirinana dewlet û got: “Her ku diçe em feqîr dibin û nikarin tiştekî bikirin. Ev hemû sûcê dewletê ye.”    Medya Çîftkuran jî anî ziman ku heke rewşa aboriyê wisa bidome wê kambaxî pêk were û got: “Heke bihabûn wisa bidome, em ê êdî ji birçîna bimirin. Me xwest ku hikûmet biguhere lê neguherî. Xwedê heqê me nehêle.”    ‘EM BI POŞETÊN BIÇÛK VEDIGERIN MALÊN XWE’    Baran Ûsta yê aşpêjiyê dike jî nerazîbûna xwe li dijî krîza aboriyê û bihabûnê anî ziman û wiha got: “Em berê bi kêfxweşî dihatin bazarê. Em bi pereyek hindik dihatin lê me bi poşetan tişt û mişt dibirin malê. Niha em bi pereyek zêde tên lê em bi poşetek biçûk vedigerin malê. Berpirsiyarê krîza aborî rêveberên welat in. Desthilatdariyê bi vê polîtîkaya xwe xelkê mehkûmî birçîbûnê kiriye. Zindanan çêdikin, mirovan dibin dixin wê zindanê. Te tî û birçî dihêle. Paşê derî vedike, gepek nan û qedehek av dide te. Paşê jî ‘Tu her bijî padîşahê min’. Li kolanan ji bo zarokên nexweşiyên SMA û parsek hene. Ev şerma desthilatdariyê û dewletê ye.”    ‘EM HATINE BER QEDANDINÊ’    Muge Guzel jî anî ziman ku tevî ew du kes li malê dixebitin jî nikarin debara xwe bikin û got. “Em hatine asta qedandinê. Bifikirin gelek kes ji ber aboriyê terka welatê xwe dikin. Gelek welatî ji ber aboriyê dawî li jiyana xwe tînin. Em di rewşek û welatek wisa de dijîn.”