Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê 2023-08-26 10:00:27   ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ê daxwaza hevdîtinê ya malbata Şenyaşar qebûl nekiriye dema xwe di çalakiyên AKP’ê de derbas dike.    Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê bere Îbrahîm Halîl Yildiz, hevjîn û du kurên Emîn Şenyaşar qetil kirin. Kurê Şenyaşar Ferît Şenyaşar jî di vê êrişê de birîndar xelas bû. Dayik Şenyaşar û kurê wê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar di roja 846’emîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê birin pêşiya Wezareta datê. Nobeta malbata Şenyaşar a ji Rihayê anîne Enqereyê hê jî didome.    Malbata Şenyaşar di 26’ê tîrmehê de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê, ji mehekê zêdetir e biriye li pêşiya Wezareta Dadê û li wir didomîne.    NAHÊLIN WEZÎR BIBÎNE   Di roja 2’emîn a çalakiya malbata Şenyaşar de Wezîrê Dadê bi alîkarê xwe Ramazan Can re hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, pêk anî. Piştî hevdîtinê, daxwaza malbatê ya bi Wezaretê Dadê Tûnç re, hê jî nehatiye qebûlkirin.    Daxwaza malbata Şenyaşar ev meheke bi hincetên “Wezir ne li vir e”, “Wezîr di civînê de ye” têne piştguhkirin lê belê Wezîr Tûnç di çalakiyên AKP’ê de dema xwe derbas dike. Wezîrê Dadê Tûnç, di 28’ê tîrmehê de piştî Serokê AKP’ê yê Mereşê Firat Gorgel di meqama wî de dît, tev li panela ji hêla partiîyan hatibû amadekirin bû. Herwiha dîsa Wezîr di 1’ê tebaxê de çû serdana Serokê AKP’ê yê Xarpêtê û piştre daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di 18’ê tebaxê de jî tev li “Hevîtina Bajêr” a ji hêla Serokatiya AKP’ê ya Ordûyê amade kiribû bû.    Li gel van nêzîkatiyan malbata Şenyaşar, daxwaza xwe ya hevdîtinê ya bi Wezir re bi israr didomîne. Wezîrê Dadê Tûnç di çalakiya Orduyê ya “Hevdîtinên Bajêr” de destnîşan kiribû ku “Edalet” di serê navê partiya AKP’ê de cih digire û wiha gotibû: “Li cîhanê ji Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan bêhtîr lîdereke duyemîn heye gelo? Lîdereke ku dikare beje ‘Cîhaneke bi adilane pêkan e’ heye gelo?” Wezîrê qala edaletê dike, Nobeta Edaletê ya dayika Şenyaşar ku kursiya bitekel çalakiya xwe didomîne naxe rajeva xwe.