Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir 2023-08-26 11:57:08   KOCAELÎ - Zaroka 9 salî ya malbata ku wek karkerên çandiniyê yên demsalî ji Rihayê çûn Kandirayê, bi têla ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.    Zaroka 9 salî S.A., ku malbatê wa ji Rihayê wek karkerên çandiniyê yên demsalî çûn navçeya Kandiriya Kocaeliyê, bi têlên derdora konên lê diman ve zeliqî. Tîmên tenduristiyê yên ku çûn cihê bûyerê diyar kirin ku S.A., jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku dozger li cihê bûyerê li ser cenaze lêkolîn pêk anî, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kandirayê.    Hat zanîn ku S.A., tevî ku zarok e jî li gel mabata xwe wek karker li nava zeviyan dixebitî.