Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin 2023-08-26 15:45:55   ENQERE – Înisiyatifa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Selver Yildirim û xwest mafê wî yê dermankirinê bê pêkanîn.   Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, 468’emîn çalakiya xwe ya ji bo girtiyên nexweş li pêşiya avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li dar xist. Înisiyatîfê vê hefteyê li ser rewşa girtiya nexweş Selver Yildirim a li Girtîgaha Jinan a Sîncanê sekinî.    Daxuyaniya Înisiyatîfê endama şaxê Sevîl Tûrgûtê xwend. Tûrgûtê destnîşan kir ku gelek nexweşiyên kronîk ên Yildirimê hene û got: “Êdî çavê rastê yê Yildirimê nabîne. Çavê wê yê çepê jî ji sedî 15-20 dibîne. Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê tedawiya wê kir lê belê piştî tedawiyê rewşa çavê wê xirabtir bû. Edab li ser çavê wê kom bûye û ji ber vê yekê jî tedawiya lazerê hat kirin. Ev tedawiya lazerê tenê bi kêrî kêmkirina êşên wê hatiye. Demeke dirêj e nexweşiya wê ya gastrit û refluyê jî heye. Divê ji ber van nexweşiyên xwe diyetê bike û xwarinên li gorî diyetê ji hêla girtîgehê ve nayên dayîn. Her wiha nexwşiya helandina hestuyan lê peyda bûye. Ji ber vê nikare tiliyên xwe bilebitîne. Dîsa movikên pişta wê xera bûne. 25 sal e di girtîgehê de ye û ev nexweşîn ji  ber şert û mercên girtîgê lê peyda bûne.    MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Turgûtê destnîşan kir ku Yildirim di warê tenduristiyê de gelek zehmetiyan dikişîne, mafê wê yê dermankirinê tê astengkirin û ev tişt gotin: “Êdî wekî felcê lê xistibe nikare bixwîne û binivîse, nikare televîsyonê temaşe bike, dema çend deqeyan diaxive çavên wê diêşin. Ger tiştek neyê kirin wê çavên wê biçin. Çavên wê ji ronahiyê nerihet dibin û tim sor dibin. Em dixwazin nexweşiyên ku lê pê peyda bûne werin dermankirin. Ji bo çavên wê jî divê mercekên bijîşk diyar kirine û berçavka tavê bên stendin. Her wiha em dixwazin xwarinên li gorî ûrê wê jê re werin dayîn û xwarinên jê re hatine pêşniyazkirin jê re werin stendin.”