HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn 2023-08-26 16:08:03   STENBOL – HDP û Partiya Çepên Kesk pêşiya konferansa dê pêk bînin li Stenbolê civînên amadehiyê li dar xistin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk beriya kongreya ku ji navê partiyê heya naveroka tuzukê dê were guherandin, li gelek herêman xebatên xwe didin meşandin. Partiyên amadehiyên konferansê dikin li navçeyên Şîşlî, Bagcilar û Sancaktepeya Stenbolê civîn li dar xistin.   Di civînên navçeyan hatine kirin de herî zêde navê partiyê, şêweya rêxistinbûnê, bi herêmê re têkilî û Tirkiyeyîbûn hate nîqaşkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî hate meşandin.     Li gel Alîkarê Hevserokê Giştî Tayyîp Temel, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol û nûnera Meclîsa Ciwanan Dîdem Acabay tev li civîna li Şîşliyê, Hevserokê HDP’a Stenbolê Mûrat Kamaz û parlamenterên berê Mûrat Çepnî û Bûrcû Çelîk tev li civîna Bagcilarê, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî jî tev li civîna Sancaktepe ên navçeyên Stenbolê bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin û rexne pêşniyar û nêrînên gel ên ku piştî hilbijartinê hatibûn girtin hatin nîqaşkirin.