Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin 2023-08-26 16:36:42       AMED - Leşkerên ku gundê Bameydan ê Farqînê dorpêç kirin, ji malbateke koçer 5 kesan bi îşkenceyê binçav kirin.    Hat îdiakirin ku di pevçûna li gundê Bameydan ê Farqînê de 3 HPG'î jiyana xwe ji dest dan. Piştî pevçûnê leşkeran gund dorpêç kir. Paşê leşkeran avêti ser devera ku konên koçeran lê ne û li vir ji malbeteke koçer 5 kesan bi îşkenceyê binçav kirin.    BI ÎŞKENCEYÊ HATIN BINÇAVKIRIN   Ji heman malbatê yek jê jin, yek jê zarok û 3 jê jî mêr 5 kes hatin binçavkirin. Her wiha R.D.'yê ku pê hesiya malbata wî hatiye binçavkirin û ji Êlihê hat gund, ew jî ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Hat hînkirin ku leşkeran îşkence li ferdên malbatê kiriye û paşê ew birine Midûriyeta Cendirmeyan a Farqînê. Hat ragihandin ku D.D. yê 9 salî ku hat binçavkirin, paşê radestî ferdên malbatê hatiye kirin.    Navê kesên hatine binçavkirin wiha ye: R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28) û M.S. (45)."    Hat diyarkirin ku piştî kontrolkirina tenduristiyê dê kesên binçavkirî sewqî Fermandariya Cendirmeyan a Amedê bên kirin.    WÊNEYÊN DEMA ÎŞKENCEYÊ HATIN BELAVKIRIN   Hesabê bi navê @vatanbekçileri wêneyên dema îşkenceyê belav kirin. Di wêne de tê dîtin ku du mêrên kincên bin li wan in destên wan ji paş de hatiye kelemçekirin û li bin tekerê wesayîta zirxî dirêjkirî ne.    D. diyar kir ku ferdên din ên malbatê birayên yên wêneyên wan hatine girtin û têkildarî îşkenceyê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê da.   WEZARETÊ DAXUYAND   Wezîrê Karê Navxweyî Alî Yerlîkaya jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal dîmenên droneyan ên dema operasyonê belav kiri û diyar kir ku di operasyonê de 3 kes mirine û 4 kes jî hatine binçavkirin.