Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû 2023-08-26 16:44:25       ÎZMÎR - Yilmaz Ozalp ku li Girtîgeha Şakranê krîzê li dilê wî xistibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê, ji qirika xwe emliyat bû.    Yilmaz Ozalp ê di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê de, di 5'ê Tebaxê de krîzê li dilê wî xistibû. Ji ber vê Ozalp rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Çîgîlê. Li nexweşxaneyê dermankirin Yilmaz didome.   Ozalpê ku 22 roj in di beşa awarte de ye, ji bo bi rihetî bêhnê bistîne ji qirika xwe emeliyat bû.    Her wiha ji bo ku Ozalp karibe dermanên vîtamînê jî bixwe, tê payin ji mîdeya xwe jî emeliyat bibe.