Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan 2023-08-26 16:49:48       STENBOL - 25 kesên ku di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin, hatin berdan.    Gava Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin, polîsan 25 kes binçav kirin û destên wan ji paş de kelemçe kirin. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan her 25 kes ji bo kontrolkirina tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Piştî kontrolkirina tenduristiyê her 25 kes hatin berdan.    Navê kesên hatin berdan wiha ye: “Hanife Yildiz, Eren Keskin, Gulseren Yoleri, Mikail Kirbayir, Besna Tosun, İkbal Eren, Huseyin Ocak, Hasan Karakoç, Ali Ocak, Oya Ersoy, Umit Efe, Leman Yurtsever, Hunkar Yurtsever, Gulendam Ozdemir, İsmail Yucel, Cuneyt Yilmaz, Davut Arslan, Begali Kurnaz, Koray Loker, Taylan Bekin, Deniz Aytaç, Hatice Onaran, Seyit Dogan, Emine Dayioglu û Asli Takanay."