Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin 2023-08-26 17:07:42   MERSİN - Parlementerê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tiryakî, diyar kir ku ew bi awayekî bi hêz amadekariyên hilbijartinên herêmî dikin û got: "Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin."    Rêxistinên Mêrsînê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên jinûvesazkirinç de li Hêwana Dawetan a Hasretê ya li navçeya Akdenîzê konferansa bajêr li dar xistin. Li hêwana konferansê pankarta bi tirkî û kurdî ya li ser "Di pêvajoya jinûvexwesazkirinê de bi ruhê azad, wekhevî û şoreşgerî ya Neteweya Demokratîk em konferansa xwe ya bajêr pêk tînin" nivîsandî hat daliqandin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, Parlementerê Mêrsînê Alî Bozan, rêveberên bajêr û navçeyê û nûnerên gelek saziyan tevlî konferansê bûn. Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevserokê HDP'a Mêrsînê Hoşyar Yildiz axaftina destpêkê ya konferansê kir.    'ME PÊŞNIYAZ DI BIN 32 SERNAVAN DE KOM KIRIN'   Paşê Parlementerê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî. Tiryakî got: "Me ji bo rojeva rast a gelê xwe, ji bo rexne û pêşniyazên wan civînên gel û komxebat li dar xistin. Em nirxandinên di van civînan de derketin holê esas digirin. Em dixwazin van pêşniyazan jî di konferansa xwe de bi encam bikin. Me pêşniyaz û rexne di bin 32 sernavan de kom kirin. Ev sernav dê bibin nexşerêya pêvajoya me ya jinûvesazkirinê."   Tiryakî destnîşan kir ku ew bi vî awayî amadekariyên hilbijartinên herêmî dikin û got: "Teqez em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin. Helbet ji bo me meseleya sereke meseleya kurdî ye.  Doza çareserkirina meseleya kurd û doza esasgirtina mafên bingehîn ên gelê kurd, wekî netewprestiyê nayên wesfandin. Lê belê ji xeynî vê xeteke netewperestiya kevneperest a guh li çareserkirina meseleya kurdî nake heye. Armanca vê xetê ne çareserkirina meseleya kurd e, berjewendiyên eşîrtiyê ne. Ez yeqîn dikim ku dê ji civînê pêşniyaz û biryarên ku rêya me ronî bikin derkevin."    Konferans piştî axaftinan bi awayekî ji çapemeniyê re girtî domand.