Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin 2023-08-26 17:20:40       STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê destnîşan kir ku Onder Poyraz ê di Girtîgeha 2’yemîn a Ewlehiya Bilind a Dûmlûya Erziromê de tê ragirtin girtiyê nexweş e, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin, tedawiya wî tê astengkirin û ji bo berdana wî bang kir.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di 596’emîn “Rûniştina F”yê ji bo girtiyên nexweş, li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Rûniştina vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê rewşa wî giran Onder Poyraz ê di Girtîgeha Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin. Gelek parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li  çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin”, “Bila girtiyê nexweş Onder Poyraz were berdan” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş werin berdan”, “Tedawî maf e, nayê astengkirin”, “Tecrîd dikuje, piştevanî jiyan e” hatin berzkirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahînê daxuyaniya vê hefteyê xwend.    Şahînê destnîşan kir ku di girtîgehan de astengkirina tedawiya girtiyan û binpêkirinên mafan berdewam dikin û da zanîn ku girtî ji ber van sedeman gelek caran bi grevên birçîbûnê dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Şahînê anî ziman ku girtî ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên “Dikare di girtîgehê de bimîne” di girtîgehan de têne ragirtin û got ku divê di vê mijarê de demildest hin gav werin avêtin.    NEXWEŞIYÊN POYRAZ   Şahînê bibîr xist ku di asta herî jor de nexweşiyên ûr û gurcîkan li Poyraz peyda bûne û got ku ji ber birînên li piştê, Poyraz ji ber êşê nikare bi rehetî tevbigere û ji ber felcê nikare destekî xwe bi kar bîne. Şahînê diyar kir ku Poyraz tevî ev qas nexweşiyan jî heya niha sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin û got ku serîlêdanên Poyraz ên ji bo tedawîkirinê jî bêbersiv mane.    DI QAWÎŞA YEKKESÎ DE TÊ RAGIRTIN   Şahînê di berdewama axaftina xwe de got ku Poyraz tevî nexwşiyên xwe di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û wiha pê de çû: “Ji ber astengiya tevgerînê, nikare jiyana xwe bi tena serê xwe bidomîne, ji ber nexweşiya xwe ya ûr, çi tiştê dixwe vedireşîne û ji ber van sedeman jî tenduristiya wî pir zû xera bûye.”   ‘TEVÎ SERDANÊN ME NAYÊ TEDAWÎKIRIN’   Şahînê agahiyên ku hevjîna Poyraz pê re parvekiribûn jî axivî û bi devê hevjîna wî ragihandin: “Li gorî agahiyên hevjînê min bi min re parve kiriye, dema Poyraz nerihet dibe wî dibin revîrê, êşbirekê lê didin û bi gotina ‘Tiştekî te nîn e’ cardin wî dişîin hucreyê. Heya ku rewşa wî gelek giran nebe gazî ambûlansê nakin. Dema ji Erziromê li min geriya anî ziman ku felcê li destê wî xistiye. Rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe. Êdi nikare pêdiviyên xwe peyde bike. Ez di 9’ê tebaxê de ji bo hevdîtina vekirî çûm cem wî. Ji ber tedawiya wî hatiye astengkirin rewşa wî xirabtir bûye. Ji ber felcê nikare destê xwe bi kar bîne. Rehên destê wî asê bûne, nikare tiliyên xwe bilivîne. Heke Onder di dema xwe de bihata tedawîkirin dê karibûya destê xwe bi kar bine. Tevî ew qas serîlêdan û daxwaznameyên me jî nehat tedawîkirin.”   Şahînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû girtiyên nexweş werin berdan û got: “Em ji bo paratsina mafê tenduristî û jiyanê bang li rayedaran dikin ku karê xwe bikin û em bang li raya giştî jî dikin ku di vî warî de hesas bin."