Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e 2023-08-26 19:56:24   COLEMÊRG- Kesekî ku hat îdiakirin li derdora mala Seferî Yilmaz (xwediyê Ûmût Kîtapeviyê ya hat bombekirin) keşf kiriye, ji aliyê gel ve hat zevtkirin. Hat diyarkirin ku kesê hatiye zevtkirin xwe wekî çawîşê pispor daye naskirin.    Di sala 2005'an de li Şemzînan a Colemêrgê Ûmût Kîtapevî hatibû bombeberankirin û xwediyê wê Seferî Yilmaz jî birîndar bûbû. Hat diyarkirin ku kesê ku gava derdora mala Yilmaz keşf kiriye, ji aliyê gel ve hatiye zevtkirin.   Kesê ku di 15'ê Tebaxê de du caran li derdora malaa Yilmaz çûye hatiye, îro gava cardin li derdora malê diçû û dihat, ji aliyê şêniyên li derdoê ve hat zevtkirin. Hat îdiakirin ku kesê hatiye zevtkirin çawîşekî pispor e. Şêniyên li derdorê gazî polîsan kirin û polîsên hatin taxê, kesê zevtkirî birin qereqolê.    Yilmaz têkildarî meseleyê got: "Ev kes û kesê ku berê derdora mala min raçav kiriye û me ew di kamerayê de tespît kir, heman kes in. Îro li heman cihî ji aliyê gel ve hat zevtkirin. Ji me re got ew çawîşê pispor e û ji bo araqê vexwe hatiye vir. Parêzerê me jî niha li qereqolê ye. Em dixwazin bûyer bi her awayî bê tespîtkirin."