Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin 2023-08-26 22:22:26   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Îranê di meha Tebaxê de herî kêm 25 jin hatin qetilkirin an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Li Îranê tahdeya li hemberî jinan didome. Di meha Tevaxê de herî kêm 25 jin hatin qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Gelek mirinên bi guman wekî "xwekuştinê" hatine tomarkirin.   Ji ber nebûna qanûnan û mekanîzmayên qanûnî bi taybetî kuştinên di bin navê "namûsê" de wekî "xwekuştinê" tên tomarkirin.