Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î! 2023-08-27 09:00:59   ŞIRNEX - Germavên Zumrûdê yên Elkê firotin Şaredarê AKP'î. Şêniyên gund bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: "Ev germav ya gel e. Lê niha wê pêşkêşî rantê kirine. Ma mirov vê heqeretê li gelê xwe dike?"   Germava Zumrutê ya li gundê Germav ê navçeya Elkê ya Şirnexê ku dabûn ber firotinê. Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA), Şaredariya Elkê û Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê li gundê Gemravê yê Elkê “Projeya Germavên Zumrutê” ku 4 milyon û 620 hezar TL pere lê xerc kiribûn, ji ber ku şaredariya hawirdorê birêkûpêk nekiribû, nehat xelaskirin. Projeya ku ji bo temamkirina wê 4 sal hatibûn terxankirin, berî ku proje xelas bibe dabûn ber firotinê. Germav ji aliyê Şaredarê AKP'î yê Elkê Habîp Aşan û hevkarê wî Aziz Yalçin ve bi 15 mîlyonan hate standin.    Germav di meha zivistan û havînan de ji aliyê bi hezaran kesan ve tê ziyaretkirin. Lê balkêş e ku beşa mêran a ku çend meh in girtiye tenê ji qeymeqamê navçeyê re vekiriye û li germavê bi ser navê "ewlehiyê" cerdevan hatine bicihkirin.    Her wiha Midûriyeta Îmar û Başkirina Bajarvaniyê ya Daîreya Taybet a Şirnexê têkildarî firotina germava Belkis Anayê ya li navçeya Basa ya Şirnexêji Meclisa Giştî ya Bajar a Şirnexê re teblîxat şandibû. Lê belê ev ji aliyê Meclisa Giştî ya Bajêr a Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat redkirin.    Şêniyên gundê Germavê ku firotina germavê qebûl nakin, di navbera xwe de 200 daxwazname kom kirine. Welatiyan bertek nîşanî firotina germavê da û bang li Şaredarê AKP'î kirin ku dest ji vê biryarê berde.    'MA MIROV VÊ HEQARETÊ LI GELÊ XWE DIKE?'   Ji şêniyên gund Meryem Abî (80), bertek nîşanî firotina germavê da û got ku ew ê qebûl nekin û wiha axivî:"Kesek nikare bêyî gel germavê bifiroşe. Ev kesên ku wiha dikin jî xwedê ji wan re qebûl nake. Bi firotina germavê armanca wan ew e ku ji feqîr û jaran pere bistînin û bikin cihê rantê. Ji Wanê, Amedê, Stenbolê, Silopiya û Şirnexê gel tên vê derê û diçin wê germavê. Lê belê li gel firotina germavê dê êdî kesek nikaribe biçe wê derê. Rezê me, baxê me û zeviyên me bi vê avê tên avdan. Heke ku ew ji destê me derket em ê li vir çi bikin? Em qebûl nakin ku germava me bê firotin. Heta niha kesekî pere ji kesekî nestandiye. Ev germav ya gel e. Ma mirov vê heqaretê li gelê xwe dike?"   DAXWAZNAME KOM KIRIN   Yasin Abî (42) jî bi lêv kir ku li dijî firotina germavê wan daxwazname dane qeymeqamê navçeyê û got: "Em naxwazin ku germav bibe ya şexsan. Em dixwazin ku gelê me hemû feyde ji germavê bigire. Heke ku ev germav bikeve destê şexsan kesek êdî nema biçe. Dema ku ew der bi pereyan bê birêvebirin ne dayik diçin, ne ciwan û ne jî zarok diçin. Li gel firotina germavê dê zehmetiyê bikişîne. Em naxwazin ku germava gel bibe ya şexsan. Em dixwazin ku gelê me hemû feydeyê ji vê germavê bigire. Em naxwazin wê derê bidin şexsan. Ew der ya vî gundî bû. Piştre hate hîbekirin û dan dewletê da ku gel ji feyde bistîne. Şaredarê me û çend kesên din germav kirîne. Em qebûl nakin. Ji bo ku nedin şexsan me daxwazname kom kirine û em ê heta dawiyê qebûl nekin."    'JI XEYNÎ DEWLEMENDAN KESEK NIKARE BIÇE'   Ji şêniyên herêmê Ayşe Abî (65) jî got ku êdî ji kesên dewlemend pêvtir kesek nikare biçe germavê û wiha got: "Em nerazî ne. Qasî ku tê bîra min ew der ya gel e, ya gundiyan e. Ji her deveran jin, ciwan, kal dihatin vê germavê. Ji bo ku ew der ji destê gel dernekeve me daxwazname kom kirin. Heke germava me bikeve destê şexsan dê her tiştek ji destê me derkeve. Em îro wê qebûl bikin ew ê gelek tiştan bi me bidin qebûlkirin. Her wiha niha dibêjin ew der ya me ye. Heke ku wisa bidome di nava civakê de dê nexweşî rû bide. Li vî gundî her kes nerazî ye û aciz e. Ew der ya gel e. Heke ku ew der bê firotin ji xeynî kesên dewlemend kes nikare biçe germavê. Em jin ji vê yekê gelek aciz in."   'JI VÊ BIRYARA SOSRET VEGERIN'   Mûsa Acar (75) anî ziman ku divê germav ji gel re bimîne û got: "Gel sûdê ji germavê distîne. Em naxwazin ku ew der ji aliyê şexsan ve bê birêvebirin. Ev germav ya vî gundî ye, ya Elkê ye, ya Şirnex û Wanê ye. Ji çend deverên welat gel qesta vir dike. Em weke gundê germavê naxwazin ku biçin pere bidin erdê xwe. Em naxwazin ku zarokên me pere bidin, erdê me bê dorpêçkirin, rêya pezê me bê girtin. Ev av şîfa ye. Ji ber wê bila ji gel re bimîne. Bila dest ji vê biryara sosret berdin."   MA / Zeynep Durgut