Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin 2023-08-27 10:28:39 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di 4’emîn Kongreya Awarte de diyar kir ku dê têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha got: “Divê aqilê dewletê yê ku li Îmraliyê tecrîdê li birêz Ocalan ferz dike bizane ku dê nekarin rêya çareserî û aştiyê bixitimîne.”  Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî got ku HDP’ê karî rêyên nû veke û anî ziman ku dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya Awarte li dar dixe. Kongre, li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê tê lidarxistin. HDP ku derheqê wê de doza girtinê hatiye vekirin û amadekariyan dike ku xebatên çalak di serdema nû de dewrî Partiya Çepên Kesk bike, li eywana kongreyê pankarta “Hêvî em in” hilayîst.     Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûrat Çepnî ji ewil axivî û wiha got: “Her kes dixwaze em di nava xwe de bisînor bimînin. Lê em ji bo serkeftinê li vê derê ne. Dîroka HDP’ê dîroka vê ye.”    Piştre jî Emîralî Turkmen û Halîde Turkoglû ji bo serokatiya dîwanê hatin hilbijartin. Dîwanê, kongre diyarî Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ên dema ji bo îfadeyê çûn Colemêrgê û dema vedigeriyan Geverê di 22’yê tebaxê de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dayîn kir.    Piştî hilbijartina dîwanê, ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin.    Di kongreyê de piştre jî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar axivîn.    BULDAN: SOZA ME YA JI BO WAN E   Buldan, di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji bo girtiyên siyasî, kesên li sirgûnê û hemû kesên nekarin tev li kongreyê bibin kir û wiha got: “Di şexsê Denîz Poyraz a hêja de ez hemû rêhevalên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî û biminet bi bîr tînim. Her wiha xwedê rehma xwe li Dayikên Aştiyê Perîşan Akçelîk û Adalet Safali bike. Bila soza me ya ji bo wan be ku heta aştî tê vê xakê û heta rondikên çavên dayikan radiwestin û digihijin zarokên xwe em ê vê têkoşînê bidomînin.    YÊN KU ÇAV BERDA YE VÊ ŞITLÊ DÊ NEKARIN VÊ TÊKOŞÎNÊ TUNE BIKIN    Em di ferqê de ne ku bi vê kongreyê ber bi guherîn û veguherînê ve diçin. HDP mîna şitla hezkirinê ye ku di nava hêviyê de şîn bûye. Yên ku dixwazin vê şitlê hişk bikin, yên çavberdane vê şitlê bila baş bizanin ku dê nekarin bi operasyon û darbeyên qeyûman, bi dozên kompasê vê têkoşînê tune bikin. Li dijî van operasyonan em bi serfirazî li ser pêya ne. Ji kolanan heta meydanan, ji nav zeviyan heta girtîgeh û eywanên dadgehan, têkoşîna me li her deverê didome.    ME SERÎ NETEWAND    Me her tim li dijî bahozan li ber xwe da û têkoşiyan. Me hêvî mezin kir, paşve gav neavêt û tu caran dudil neman. Mîna Mehmet Sîncar, Mûsa Anter, Vedat Aydin û Îbrahîm Ayhanan em her tim li ser pêyan man. Xwestin bi planên têkbirinê serî bi me bidin tewandin lê me tu carî netewand û planên wan vala derxistin.    HÛN NIKARIN RÊYA ÇARESERIYÊ BIXITIMÎNIN   Welêt di pêvajoyeke giran de ye. Li çar aliyan krîz û alozî hene. sedema vê jî pirsgirêka kurd e, pirsgirêka wekhevî û tecrîdê ye, darbeya qeyûman e, qirkirina jinan û pirsgirêka talan, nelirêtî û demokrasiyê ye. Lewma divê em têkoşînê mezin bikin û pirsgirêkan çareser bikin. HDP ji bo vê heye. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya aştiyeke birûmet bernedin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û guftûgoyê were çareserkirin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê xurtir û mezintir bikin. Aqilê dewletê yê ku li Îmraliyê tecrîdê li birêz Ocalan ferz dike baş bizane ku dê nekare rêya çareserî û aştiyê bixitimîne. Em careke din soz didin ku dê bi têkoşîna xwe dawî li vê tecrîdê bînin.    EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN   Tecrîda li ser birêz Ocalan, tecrîdkirina aştî, demokrasî û pêşeroya welêt e. Divê her kes bizane ku em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo mafê azadiya zimanê dayikê û baweriyê ya hemû gel û neteweyan bernedin. Di têkoşîna hevalên me yên astengdar de em ê li gel wan bin. Em soz didin ku dê têkoşîna ji bo kurd, elewî, ermen, suryan, êzidî, roman, çerkes, laz, pomak û hemû gelan mezintir bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo makeqanûneke piranîparêz, demokratîk û sivîl bidome. Em ê her tim cem kedkaran cih bigirin, têkoşîna li dijî rejîma qeyûman mezintir bikin, li dijî talankirina xwezayê berxwedana xwe mezintir bikin.    Banga min ji bo her kesî ew e ku li dijî kesên gelê kurd înkar dikin bibin yek. Em bi sekn û vîna Newrozê bibin yek, li dijî kesên dixwazin gelê kurd, zimanê me û çanda me tune bikin yekitiya xwe ava bikin. Heta ku em dibêjin her bijî yekitiya gelê kurd li ser vê mijarê bisekinin. Jinên hêja, HDP partiya jinan e. Jinan bi HDP’ê re gelek destkeftî bi dest xistin û pir mezin têkoşiyan. Dê jin di her qadê de bi rola xwe ya pêşengtiyê rabe û bidomîne. Dê kesek nekare pêşiya jinan bigire û jin hêza guherînê ne. Em ê biguherînin, ava bikin û bi ser kevin. Em ê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê biqîrin û olan bidin.    MIN SOND XWARIYE KU DÊ DI VÊ RÊYÊ DE BIMEŞIM   Serbilind im ku bûm kedkareke fikriyata HDP’ê û bûm endama wê. Ev doz, doza wan kesan e ku di nefesa xwe ya dawî de jî digotin ez deyndar diçim e. Min jî sond xwariye ku dê heta nefesa xwe ya dawî di vê rêyê de bimeşim û bibim parçeyeke vê têkoşînê. Ev nêzî 5 sal in hevseroka giştî ya vê partiyê me. Me got ku niha jî dem dema guherîn û veguherîneke mezin e. Tu kes ji me mimkin nîne dengên me di hilbijartina dawî de girtin qebûl bike. Ji bo ku li rexneyên we guhdar bin, me bi gel re, bi avadanî û rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan, bi meclisên jin û ciwanan re civîn li dar xistin û niha jî 4’emîn Kongreya Awarte li dar dixin. Di serî de hevalên me yên li girtîgehan, spasiyên xwe pêşkeşî hemû hevalên jin, Dayikên Aştiyê û gelê me dikim ku di vê pêvajoyê de ji min re bûn heval û rêheval. Ez soz didim ku dê her tim li cem we bim. Dê ev têkoşîna birûmet teqez bi ser keve. Dê zalim têk biçin û serkeftin a mazluman be. Rêya me tevan vekirî be. An serkeftin an azadî an azadî.”   SANCAR: HDP KARÎ RÊYÊN NÛ VEKE    Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û piştî silavkirinê dest bi axaftina xwe kir. Sancar, wiha got: “Rêwîtiya HDP’ê ya 11 sal berê dest pê kirî tevî her cureyên zehmetî û astengiyan jî didome. Partiya me karî hemû astengiyan derbas bike, rêyên xitimî û yên nû veke. HDP, tevger û fikriyateke ku rihên xwe pir kûr berdana nava xakê. Ev rêya ku bi bedel û xîreteke mezin hatiye destpêkirin, niha ketiye qonaxeke nû. Ev qonax, berpirsyartî û peywirên girîng li me ferz dikin. Li dijî rejîma otorîter, zextker, înkarger û mêtinger a niha li Tirkiyeyê roj bi roj xwe sazûman dike, navenda têkoşînê HDP ye.    Em di ferqê de ne ku encamên dawî yên hilbijartinan, me serkeftî nîşan nadin. Hedefên me hebûn lê me nekarî pêk bînin. Muhesebekirina vê jî mecbûriyeteke dîrokî, exlaqî û wijdanî bû. Ji bo ku soza me daye gelê xwe pêk bînin, piştî hilbijartinê demildest hewldanên me çêbûn. Di pêvajoya heta kongreyê de hemû xebatkarên partiyê ya ku ji destê wan hatî kir.    XETEKE TÊKOŞÎNÊ YA XURTTIR   Em mecbûr in ku xwe nû bikin û xeteke têkoşînê ya xurttir ava bikin. Ji ber ku tu hêz, navnîşan, dînamîk û tecrûbeyeke din aku bikare demokrasî, aştiyeke adilane, azadî û wekheviyê bîne vî welatî nîne. Lewma berpirsyartî û peywira me giran e. Me hemû astengî û zehmetiyên heta niha derbas kirin. Xwestin fikriyata me bifetisînin lê me yekitiya xwe ya navxweyî parast û ev dorpêç ji holê rakir. Kêmasî û xeletiyên me jî çêbûn. Em nikarin van paşguh bikin. Lê divê em ji her alî ve bigirin dest û xeteke têkoşînê ya rast ava bikin.    Fikriyata HDP’ê xwedî taybetiyên wisa ye ku dikare ji bo vî welatî, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bibe mînak. Cudahiyên me dewlemendiya me ne. Bi pêkhateyên xwe, bi kesayetên xwe, bi hevalên xwe yên têkoşînê re em hemû cudahiyên xwe diparêzin û di çarçoveya heman hedef, rêgez û nirxan de dimeşin. Mezinahiya HDP’ê jî jni vir tê.    DIVÊ EM DARA HDP’Ê BIPARÊZIN   Ev kongre, fînala pêvajoya me daye desptêkirin nîne. Tenê yek ji rawestgehên pêvajoya muhasebeyê ye. Em ê ji vir û şûnde tecrûbeya xwe ya têkoşînê û hêzên xwe li Partiya Çepên Kesk kom bikin lê dê HDP hem weke sazî hem jî weke ruh li vir e. Em ê mezin bibin. Li dijî zem, zilm û xerabiyên ev rejîm bi gelê me dide jiyîn, têkoşîna xwe mezin bikin. Yek ji hedefa me ew e ku bi hemû derdorên civakî re yekitiya xwe hîn xurtir bikin. Rexne û nirxandinê têkildarî HDP’ê girîng in. Em tevekan jî girîng û  binirx dibînin. Hinek derdor hewl didin li dijî vê fikriyatê planên pêş bixin. Divê em li dijî van hişyar bin. Divê em dara HDP’eê biparêzin û ev deyn û berpirsyartiya me ye.    EM Ê MEZIN BIBIN    Em ê hevgirtina xwe xurt bikin û mezintir bibin. Em ê kêmasî û xeletiyên xwe yên di hevdîtinên xwe yên tifaqan de baş bibînin, binirxînin û pêwendiyên nû ava bikin. Em ji bo aştî, demokrasî û edaletê ketin rê. Aştiyeke birûmet û adilane hedefa me ya herî girîng e. Lewma em vê kongreyê diyarî dayikên aştiyê dikin. Ji bo ku têkoşîna dayikên aştiyê bi ser bixin, em vê kongreyê pir girîng dibînin. Hem dayika me ya Adalet Safali, hem dayika me ya Sosin û hem jî kurê wê Cîhan Akçelîk ji ber zilmê jiyana xwe ji dest dan.    EM NEÇARIN MÎNAKAN AVA BIKIN    Li pêşiya me kongreya Partiya Çepên Kesk heye. Ev pêvajo dê bi kongreyan bi dawî nebe. Di mijara gel, siyaset û hwd. em ketibin nava çi kêmasiyan, em ê di civîn û kongreyên xwe de nîqaş bikin. Heke em nekarin siyasetê bi gel re bimeşînin, em ê bikevin xefikên partiyên pergalê. Bi qasî rêgezên xwe yên polîtîk, em ewqas jî bi rêgezên xwe yên etîk hene. Ji bo ku berpirsyartiyên xwe pêk bînin, em neçarin ku bingeheke saxlem ê polîtîk û etîkê ava bikin ku tu kes nekare gazincan bike. Fikriyatek li pêşiya me heye ku dikare ji bo siyaseta Tirkiye û cîhanê mînakan biafirîne. Ev jî HDP ye. Divê em di mijara kirina siyasetê ya li Tirkiyeyê de mînakan ava bikin.    EM Ê WEKE NEFEREKÎ VÊ TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN   Piştî 30 salên jiyana xwe ya akademiyê, ji bo hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an ez hatim vexwendin. Min jî qebûl kir û bi awayekî çalak di partiya me de dest bi siyasetê kir. Armanca min ew bû ku tevahiya keda xwe ya 30 salan a ji bo aştî, çareserî, demokrasî û mafên mirovan derbasî vê partiyê bikim. Armanca min ew bû ku vê tecrûbeya xwe bikim parçeyeke fikriyata HDP’ê. Ev yek, peywireke min a exlaqî, wijdanî û siyasî bû. Min ji bo çareseriyê xebat kirin. Ji bo çareseriyeke adilane min di qada neteweyî û navneteweyî de xebat meşandin. Lê dema min dest bi wekîltiyê kirî, em ketin pêvajoya herî giran, pêvajoya plana têkbirinê û konsepta şer. Di rewşeke wiha de min di kongreya sala 2020’an de teklîfa hevserokatiya giştî qebûl kir. Li gel we çi ji destê min hatibe min kir. Ev, peywireke birûmet bû. Ez gelek tiştan hîn bûm. Êdî ji vir û şûnde dê hinek hevalên me yên din vê peywirê bigirin. Soz didim ku weke neferekî dê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.    TESLIMYET TUNE YE HETA DAWIYÊ TÊKOŞÎN HEYE   Rêhevalên min ên hêja, gelê me yê biqedr, em neçarin ku bi ser kevin. Hêza ku dê vî welatî ji xwîn û şer rizgar bike li vir e. Ji vir û şûnde jî çi ji destê min were ez ê bikim. Em bi hev re ne û her cureyên peywirê pîroz in. Hevserokatiya giştî ya HDP’ê jî peywireke birûmet bû. Ez her ji niha ve wan hevalên nû pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim. Bila kesek xwe reşbîn neke. Ji ber ku bêhêvîtî û reşbînî mirov ber bi teslimiyetê ve dibe. Teslîmbûn tune ye. Em ê heta dawiyê têbikoşin û bi ser kevin. Em vê têkoşînê ji bo rêhevalên me yên di zindanan de, ji bo hemû mirovên me yên bedelê didin, ji bo hevalên me yên li sirgûnê û ji bo hemû hemwelatiyên vî welatî dimeşin. Rêya me vekirî be. Em ê bi ser kevin. Serkeftin hevalno.”    Kongre, bi xwendina raporên xebatan didome.