Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman 2023-08-28 12:17:26   BURSA  - Cenazeyê zarokê 17 salî yê bi navê Y.C.Î. li înşaeta sîteyeke navçeya Yildirimê hate dîtin.    Li înşaeta sîteyeke li Taxa Mîllet a navçeya Yildirim a Bursayê cenazeyê zarokekî hate dîtin. Li ser îxbarê li cihê bûyerê polîs û komên Beşa Lezgîn a 112’ê hatin sewqkirin. Koman, tespît kirin ku cenazeyê li zemîna înşaetê, yê zarokê bi navê Y.C.Î. (17) ye.    Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê Y.C.Î. ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Bursayê.