Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da 2023-08-28 13:10:17   RIHA - Bi sedema piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re salek û 3 meh cezayê hefsê li Celalettîn Can hate birîn. Hewldana 78’an a Rihayê bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da û xwest ku ev ceza nekeve meriyetê.   Bi sedema piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re li Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Hewldana 78’an a Rihayê têkildarî mijarê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê hate lidarxistin û li gel endamên hewldanê, her wiha rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HDP û Partiya Çepên Kesk ên Rihayê jî tev li bûn. Hevserokê DBP’a Rihayê Vahît Akgun li ser navê hewldanê daxuyanî da.    Akgun, bi bîr xist ku Celalettîn Can jî di nav de derheqê 13 rojnamegerên bi mebesta piştevaniyê tev li kampanyaya nobedariya gerînendetiya giştî ya weşanê ya Ozgur Gundemê bûne de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatiye vekirin û di nîsana 2019’an de ceza hatiye birîn. Akgun, wiha dom kir: “Yek bi yek li her 13 kesan salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û ev ceza hate erêkirin. Li ser vê yekê ji hevalê me Celalettîn Can hatiye xwestin ku biçe dozgeriya herî nêz û teslîm bibe. Li ser vê yekê Can jî daxuyaniyek da û got ku dê di 28’ê tebaxê roja duşemê de biçe Edliyeya Çaglayanê.”   ‘BILA CEZA NEKEVE MERIYETÊ’   Akgun, destnîşan kir ku çalakiya hatiye lidarxistin li dijî polîtîkayên zextê ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re bû û wiha bi dawî kir: “Ji vê bûyerê cezayê propagandaya rêxistinê derxistine. Ev yek nîşan dide bê ka hiqûqa welêt di rewşeke çawa de ye. Li gorî qanûnên heyî hewcehî bi cezayê nîne lê wan ceza da. Jixwe pirsgirêkên tenduristiyê yên giran ên Can hene. Ji bo ku ev ceza bi xwe re encamên giran neyîne, banga me ew e ku ev ceza nekeve meriyetê. Qet nebe bila bi şertê kontrola edlî were berdan. Ji hêla hiqûqê ve ya rast jî ev e.”