DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin 2023-08-28 15:05:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya DAD’ê destnîşan kir ku avakirina Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî-Bektaşiyê projeya qirkirina çandî ye û wiha got: “Em banga hestiyariya li dijî vê serokatiyê û li dijî daxwazên wê dikin. Em bang dikin ku li dijî vê nêzikatiyê helwest were nîşandan û kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin."   Navenda Giştî ya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) têkildarî kirinên hefteya dawî ya Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî-Bektaşiyê ku di bin banê Serokatiya Wezareta Çand û Tûrizmê de daxuyaniyeke nivîskî da. DAD'ê destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikin.    DAD'ê diyar kir ku Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî-Bektaşiyê weke helwesteke tayînkirina qeyûm û avakirina diyaneta elewiyan e. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: "Li gelek bajaran nûnerên dewlet û wezaretê bi gelek sazîbûnên li dijî me hatine avakirin re dixwazin bi meaşan Pîr’ên li gorî xwe tayîn bikin û elewîtiyê têxin bin kontrola xwe."    DAD'ê xwest ku hemû saziyên wan ên hatine desteserkirin teslîmî wan werin kirin, xebatên ji bo kontrolkirina elewîtiyê bên bidawîkirin, dev ji asîmîlasyon û dejenerekirina xebatên li dijî rastiya baweriya elewîtiyê werin bidawîkirin û mafên wan ên neteweyî û navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye têkevin dewrê.