Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn 2023-08-28 16:39:19 ENQERE - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk bertek nîşan dan ku zimanê kurdî li E-Reçetemê nehatiye zêdekirin û ev pirs ji Wezareta Tenduristiyê kirin: “Gelo dê zimanê kurdî kengî li E-Reçetemê were zêdekirin?”    Parlamenterên Partiya Çepên Kesk têkildarî cihnedayîna zimanê kurdî di pergala E-Reçetemê de pêşnûmepirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin. Pêşnûmepirs bi komî hate dayîn û wiha hate gotin: “We di 26’ê tebaxa 2023’yan de ragihand ku 5 ziman (ingilîzî, almanî, erebî, fransizî û rûsî) li E-Reçetemê hatine zêdekirin lê kurdî di nav wan de tune ye. Hûn jî di nav de, li vî welatî zimanê dayikê yê bi milyonan kesan kurdî ye. Lê belê wezareta we di pergala E-Reçetemê de bi milyonan kes tune hesibandiye.”   ‘MAFEKÎ GERDUNÎ YE’   Bi domdarî wiha hat gotin: “Di dayîna xizmetên tenduristiyê de divê polîtîkayeke bingeha xwe ji mafên mirovan digire hebe. Rastiyeke gerdunî ye ku ji bo welatiyek bikare di asta civakîbûnê de were xurtkirin û bê zanekirin, divê di qada cemaweriyê de zimanê dayika xwe bi kar bîne. Di qada tipê de jî qonaxa herî girîng a teşhîs-tedawiyê, çîroka nexweş e. Heke nexweş çîroka xwe baş venebêje, teşhîseke rast jî nayê dayîn û tedawî mimkin nîne. Heke nexweş û xebatkarê tenduristiyê bi heman zimanî neaxivin û kesên di navberê de yên bi her du zimanan baş dizanin nebin, mimkin nîne ku ew çîrok bê zanîn. Li gorî gelek lêkolînên heta niha de derketiye holê ku xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê nehatine dayîn, rê li ber pêwendiyên qels ên di navbera nexweş û bijîşk de vedikin. Bi vê yekê re jî mafê tedawiyê hatiye astengkirin. Lewma mafê her gelekî heye di qada xizmetên tenduristiyê de bi zimanê xwe biaxive. Pêkanîna vî mafî jî mecbûriyeteke gerdûnî ye.”    Di çarçoveya mijarê de ev pirs ji Wezîrê Tenduristiyê Koca hatin kirin:    * Hûn jî di nav de zimanê bi milyonan kesan kurdî ye. Gelo çima kurdî li pergala E-Reçetemê nehatiye zêdekirin?    * 5 zimanên (ingilîzî, almanî, erebî, fransî û rûsî) li gorî kîjan krîteran hatine hilbijartin?    * Kîjan krîter di kurdî de nînin?    * Dê zimanê kurdî kengî li pergala E-Reçetemê were zêdekirin?    * Armanca sereke ya ji sepana E-Reçetemê çi ye?    * Di çarçoveya vê armancê de sedem çi ye ku ev 5 ziman hene lê kurdî tune ye?    * Gelo ji bo kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin dê wezareta we çi xebatan bike?    * Ji bo ku di dema pêşkeşkirina xizmetên tenduristiyê de polîtîkayeke xwe dispêre bingeha mafên mirovan û zimanê dayikê di xizmetên tenduristiyê yên cemaweriyê de bên bikaranîn, gelo dê wezareta we tu gavan biavêje?”