Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome 2023-08-28 16:44:41 ENQERE - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de jî berdewam kir. Bi hinceta “wezîr tune ye”, nehiştin Emîne Şenyaşar bikeve wezaretê.  Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yemîn de berdewam kir.   EV BÛ 33 ROJ WEZÎR TUNE YE!   Dayika Emîne Şenyaşar ku li kursiya biteker siwar bû, ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê heta pêşiya Wezareta Dadê meşiya. Di destê Şenyaşar de dovîza bi nivîsa “Edalet” hebû û kurê wê Ferît Şenyaşar jî li gel bû. Dayikê xwest ku bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike lê bersiva “wezîr tune ye” hate dayîn. Bi vê hincetê destûr nehat dayîn ku Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê.    Şenyaşar, heta demekî li pêşiya wezaretê sekinî û ji kesên di rêyê de derbas dibûn wiha bang kir: “Kurekî min bi sala ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ma edalet ev e? Bila her kes bizane.”    Malbat heta demekî li wir ma û piştre dîsa vegeriya Meclisê.