Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe 2023-08-29 09:01:55 STENBOL - Hevserokê HDP a Stenbolê Mûrat Kalmaz bilêv kir ku krîza demokrasiyê ya li welêt bi pergala tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye û got ku dê di serdema nû de ji bo jiholêrakirina tecrîdê xeteke têkoşînê ava bikin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 30 meh in tu xeber jê nayên girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û parêzeran jî di bin navê "disiplînê" de bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mûrat Kalmaz têkildarî tecrîda li Îmraliyê û bandora wê ya li civakê axivî.    BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ NE   Kalmaz destnîşan kir ku ji bo asta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê fêmkirin divê pêşî rewşa heyî ya Tirkiyeyê bê analîzkirin û got ku tevahiya pirgsirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê yekser bi tecrîdê ve girêdayî ne. Kalmaz bilêv kir ku tecrîda heyî niha di şexê Abdullah Ocalan de li ser hemû civakê tê pêkanîn.    PEYAMA KU TÊ XWESTIN BI TECRÎDÊ BÊ DAYÎN   Kalmaz anî ziman ku desthilat bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan dixwaze hin peyaman bide gelê kurd û wiha axivî: "Dewlet baş dizane ku birêz Ocalan diyarker e. Lewma bi tecrîda li ser birêz Ovalan dide der ku bi tu awayî kurdan nas nake, vîna wan û destkeftiyên wan nas nake. Vê yekê bi qeyûman û bi girtinan bi eşkere dike. Bi israra naxwaze daxwaza bi milyonan mirovî ya ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ji endîtî ve bê."    Kalmaz destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê bûye sedema polîtîkayên şer û got ku dîmena derketiye holê tam berevajî pêvajoya "di navbera 2-13-2015'an de ye.   BANDORÊN TECRÎDÊ   Kalmaz bilêv kir ku şerê rû daye rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ye û bal kişand ser bandorên şer ên li Tirkiyeyê. Kalmaz bilêv kir ku ev bandor ji aboriyê bigire li ser gelek qadan didome û wiha pê de çû: Hûn hemû çavknaiyn vî welatî ji bo şer û fîşekan xerc dikin. Bi vê re Tirkiye di warê heq, hiqûq û demokratîkbûyînê de li seranserê cîhanê di rêzên herî dawî de ye."    Kalmaz bi domdarî bilêv kir ku desthilat bi tecrîda Îmraliyê armanc dike ku destkeftiyên gelê kurd ji holê rake û got ku mînaka herî berbiçav jî zext û êrişên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk e.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Kalmaz bilêv kir ku wekî HDP û Partiya Çepên Kesk helwestên wan ên li dijî tecrîdê pir zelal in û got ku dê di serdema nû de ji bo jiholêrakirina tecrîdê xeteke têkoşînê ava bikin. Kalmaz wiha bang li desthilatê û hemû derdorên civakî kir: "Hemû kesên dixwazin rewşa vê welatî baş bibe û ev welat bibe welatekî demokratîk, divê ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tevbigere. Madem rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe, rêya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî di rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan de derbas dibe."    MA / Îbrahîm Irmak