Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin 2023-08-29 10:25:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgehê li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe asteng kir.    Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) bi hinceta ku lîsans wernegirtiye biryara astengkirina malpera nûçeyan a Voice of America (VOA) Turkçe asteng kir. Biryar, ji hêla 9’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Enqereyê hate dayîn. Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal biryar parve kir.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser daxwaza RTUK’ê, 9’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Enqereyê bi biryara hejmar 2023/7237 a di dîroka 28’ê tebaxa 2023’yan de bi hinceta bêyî lîsansa bandê bigire li ser înternetê weşanê dike, biryara astengkirinê da.”