Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan 2023-08-29 10:50:30 AMED - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn ji bo mitînga 1'ê Îlonê ya li Qada Îstasyonê bê lidarxistin banga beşdariyê kir û bang li hemû pêkhateyan kir ku cîhaneke bê şer û bêmêtingeh bi dest bixin.    Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 1'ê Îlonê de li Qada Îstasyonê saet di 16.00 de bi dirûşmeya "Ji bo aştiya civakî jiyana wekhev û azad" li dar bixin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê û Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Abbas Şahîn banga beşdariya mitîngê kir.    Şahîn diyar kir ku nexşeyên ku piştî şerên li cîhanê hatin xêzkirin, ji bo gelên bindest veguherî şerekî nû û got: “Dema em li erdnîgariya Rojhilata Navîn dinêrin, nexşeya ku di encama şerên emperyal ên beriya 100 salan de hatiye çêkirin, heye. Piştî ku Kurdistan bû çar parçe, gelê kurd ji hêsirên çavan û xwînê pê ve tiştek nedît. Lê belê bi salan e hewl tê dayîn ku çareseriya demokratîk derkeve pêş.    Abbas Şahîn   'MUXATABÊ AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E'   Şahîn bi bîr xist ku pêvajoya aştiyê bi tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû û wiha dewam kir: “Aştî bi muxatabên xwe ve pêk tê. Di salên 2013-15’an de bendewariya aştiyê derket holê. Di sala 2015'an de dema ku hikûmet û hin hêzan dît ku bi pêvajoya aştiyê re cihê xwe winda dikin, hewl hat dayîn ku pêvajo bi dawî bibe. Niha pêvajoya tecrîdê dest pê kiriye. Tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan e, li ser civakê tê kirin. Bi dawîbûna tecrîda li ser Ocalan tê wê wateyê ku dê gelek pirsgirêk jî bên çareserkirin."   BANGA BEŞDARIYA MITÎNGÊ    Şahîn ji bo mitînga li Qada Îstasyonê bê lidarxistin banga beşdariyê kir û wiha got: “Ji bo aştiya civakî pêk were divê jiyanek azad û wekhev were avakirin. Divê em ne tenê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, di salê de 365 rojan vê yekê bînin ziman û em hewl didin dengê xwe bilind bikin. Em ne alîgirê tundiyê ne, em alîgirê siyaseta demokratîk, jiyana wekhev û azad in."