Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin 2023-08-29 12:35:37 AMED - MKGP û DFG dê bi boneya 1’ê Îlonê ji rojnamevanên girtî re qertan bişînin.   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di 31’ê tebaxê de ji Şaxa PTT’a Ofîsê ya Bajarê Nû ya Amedê ji rojnamegerên girtî re qertan bişînin.   MKGP û DFG li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kirin: "Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê em ê ji bo daxwazên xwe yên aştî û azadiyê ji rojnamegerên girtî re qertan bişînin. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku tev li vê çalakiya me bibin. Dê; tu jî qertekê bişîne!”