Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin! 2023-08-29 15:56:06 AMED - Rojnameger Omer Çelîk tevî 15 hempîşeyên xwe li Amedê hatibû girtin. Bi hinceta ku navê wî di nava nûçeyan de derbas bûye derheqê rojnameger Çelîk de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin.    Rojnameger di 8’ê hezîrana 2022’yan de tevî 15 hempîşeyên xwe li Amedê hate binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hate girtin. Derheqê rojnameger Çelîk de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin û ji bo Çelîk heta 15 salan cezayê girtîgehê hate xwestin. Îdianame ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Hezexê ve hate amadekirin. Ji ber biryara bêrayetiyê îdianame ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hate şandin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî îdianame qebûl kir. Serdozgeriyê ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê xwest ku dosyaya Çelîk bi dosyaya 22 kesên din ên tên darizandin re were yekkirin. Dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir.    TU HÊMAYÊN SÛC NEHATIN DÎTIN    Serdozgeriya Komarê ya Hezekê têkildarî parvekirinên li ser medyaya dijîtal lêpirsîn dabû destpêkirin û fezlekeya polîsan a derheqê Çelîk de hatiye amadekirin li dosyayê hate zêdekirin. Di fezlekeyê de ji bo parvekirinên Çelîk wiha hat gotin: “Tu tiştekî ku weke hêmaya sûc were nîşandan nehatiye dîtin.” Polîsên ku di parvekirinên li ser medyaya dijîtal de rastî tu hêmayên sûc nehatin, di fezlekeya xwe de diyar kir ku navê Çelîk di 4 nûçeyên derheqê 15 rojnamegerên hatine girtin de derbas bûye. Serdozgerriya Komarê ya Hezexê jî dosyaya xwe spart vê fezlekeya polîsan û derheqê Çelîk de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir.    ‘NÛÇEYA ÎDIANAME HATE AMADEKIRIN’ SÛC E!   Çelîk beriya girtina xwe li Ajansa Mezopotamyayê (MA) dixebitî û nûçeyên di MA’yê de hatine weşandin weke sûc hatin nîşandan. Navê rojnameger Çelîk di nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de derbas bûye û ev jî weke sûc hatiye destnîşankirin. Di fezlekeya nav îdianameyê de nûçeya ANF’ê ya bi ser navê “Gunay: Hûn dê îro jî nekarin çapemeniya kurd bêdeng bikin” a di 29’ê adara 2023’yan de hatiye weşandin, nûçeya MA’yê ya bi sernavê “Îdianameya 20 rojnamegerên tên darizandin hate amadekirin”,  nûçeya ANF’ê ya bi ser navê “Ji bo rojnamegerên kurd ên dîlgirtî li 3 bajaran çalakî” ya di 16’ê îlona 2022’yan de hatiye weşandin û nûçeya bi sernavê “Dozgerê 9 meh in îdianameya rojnamegeran amade nekiriye: Materyalên dijîtal pir in” di 9’ê adara 2023’yan de li ser malperên MA û ANF’ê hatine weşandin weke sûc hatine nîşandan.    NÛÇEYAN GIRTINÊ WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN   Balkêşe ku dozger ji ber nûçeyên MA’yê derheqê Çelîk de çêkirine weke “rêxistin xwedî li Çelîk derketiye û hewl dide kirariyên edlî yên derheqê wî de bêîtîbar bike” nirxand. Di nirxandina behsa xeberê de tê gotin ku ANF NEWS û MA derheqê rojnameger Çelîk de nûçe çêkirine û ev îdia hatine kirin: “Bi vê yekê rêxistina terorê ya PKK’ê xwedî li gumanbarî derdikeve, hewl dide bi van nûçeyan kirariyên edlî bêîtîbar bike, bi vê yekê xuya dibe ku di navbera gumanbar û rêxistina terorê de têkiliyeke yekser heye, bi zanebûn li gorî armancên tevgerê tevdigere, tev li hiyerarşiya rêxistinê bûye...”    Îdianameya bi daxwaza yekkirina dosyayan hatiye amadekirin ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin.