Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin 2023-08-29 16:04:38   ENQERE - Hewldana 78'an a Enqereyê nerazîbûn nîşanî cezayê ku li Celalettîn Can hat birîn dan.    Hewldana 78’an a Enqereyê têkildarî cezayê salek û 3 meh li Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji ber piştevaniya bo rojnameya Ozgur Gundemê hat birîn li avahiya ÎHD'a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta bi nivîsa "Fikir bi ceza nayê astengkirin, Celalttîn Can bêsûc e" hat vekirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk, rêveberên partiyên siyasî û rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol tev li civînê bûn.    Hevberdevka Hewldana 78'an a Enqereyê Şukriye Ercan axivî û destnîşan kir ku cezayê li Celalettîn Can hatiye birîn li dijî û xwest cezayê li Can hatiye birîn were xerakirin.    Huseyîn Aykol û Burcugul Çubuk jî axivîn û cezayê li Can hatiye birîn şermezar kirin.