Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan 2023-08-29 16:22:07 DÊRSIM - Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî “pîrên mûçeyan werdigirin” dan û ev bang kirin: “Divê dev ji vê nêzikatiya xwe berdin.”  Komên girêdayî Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî Bektaşî ku ji hêla AKP’ê ve hatiye damezirandin, li gundên elewiyan, cemxane û komeleyan digerin û dixwazin “pîrên bi pereyan dixebitin” peyda bikin. Rêxistinên elewiyan jî bertek nîşan dan. Têkildarî mijarê bi pêşengtiya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) li Kolana Hunerê ya Dêrsimê daxuyanî hate dayîn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar tev li daxuyaniyê bûn.   BANG LI CEMXANEYAN KIRIN    Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kulu diyar ki ku AKP hewl dide baweriya elewiyan tune bike.    Serokê Şaxa PSAKD’ê yê Dêrsimê Ekber Kaya jî diyar kir ku ew nêzikatiyên înkarger û asîmîlasyonparêz qebûl nakin û wiha got: “Em dixwazin bi bawerî û zimanê xwe bijîn. Em van nêzikatiyan red dikin. Banga me ji bo nûnerên cemxaneyan ên tev li hevdîtinê bûne ev e; wergirtina mûçeyan tê wateya qebûlkirina koletiyê. Divê dev ji vê nêzikatiyê berdin.”     'RÊ Û HEQÎQETA ME DIYAR E’   Parlamenter Ayten Kordu jî ev tişt anî ziman: “Di bin navê ‘mûçeyê’ de dixwazin bibêjin ‘bîata min bike.’ Bawerî, heqîqet, rê û taetê civakekê nas nakî lê hewl didî mûçeyê bo pîr û dedeyên wan girê bidî. Rê û heqîqeta me diyar e; me heta niha rêya xwe çawa domandibe dê ji vir û şûnde jî bidomînin. Me heta niha bîaetê tu kesî nekiriye û dê ji vir û şûnde jî nekin.”