Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin! 2023-08-30 09:02:41 SEMSÛR - Li Semsûrê di çêkirina avahiyên erdhejê de teqemenî tên bikaranîn. Hejîna ji ber van teqemeniyan dibe cihê xetereya ku avahiyên xesargirtî hilweşin.    Li texma Karadagê ya Semsûrê ji bo avahiyên erdhejê yên temelê wan hatiye avêtin, teqemenî tên bikaranîn. Ev teqemenî dibin cihê xetereyê. Welatî ji ber şideta teqemeniyan bi fika rin ku avahiyên xesargirtî hilweşin. Şêniyên Taxa Fatîhê ragihandin ku ji ber şideta teqemeniyan camên gelek avahiyan şikiyane û derz li gelek xaniyan ketine.    Ji şêniyên taxê Sevîm Arikê diyar kir ku li gel hejîna ji ber teqemeniyan taxa wan di nava tozê de ye. Arikê diyar kir ku derzên li dîwarên xaniyên wê ketine, piştî erdhejê mezintir bûne û hin derz jî ji ber teqemeniyan çêbûne û got: "Carekê hatin malê pirsîn ku ka em razî ne yan na. Me jî got, 'xesar digihê malan bes biteqînin.' Di her teqînê de xanî diçe û tê. Lê çendî gilî hatiye kirin jî didome."    CAMÊN WAN ŞIKIYANE   Erdal Arik jî teqemenî danê nîvro dest pê dikin û got: "Her roj diteqînin. Me ji keya re got, wî jî got 'Em nikarin giliyê dewletê li dewletê bikin. Tiştekî ku em bikin tune ye.' Li wir leşkerî heye. Jixwe ew guh li me nakin. Dibêjin 'hûn li ku derê gilî dikin bikin.' Çend roj berê car din teqîn çêbûye. Ên li vir gotine qey erdhejeke din çêdibe. Cam şikiyabûn."    Arik destnîşan kir ku tirsa wan ew e ku avahiyên hindik xesar dîtine ji ber van teqînan hilweşin û got ku ger xaniyê wan hilweşe cihekî ku pê de biçin tune ye.    Gokhan Arik jî diyar kir ku li taxê tu kes ji ber vê ne razî ye û got: "Tiştên tên serê me ne xema kesî ye. Muteahîd li qezenca xw emêze dike. Ji bo sotemenî neçe, wan deran diteqînin. Wekî din bi kêrî wan nayê. Gava bi kemçeyan bikolon dê mesrefê wan zêde bibe, karê xwe bi mesrefeke kêm dikin."    MA / Ceylan Şahînlî