Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin 2023-08-30 09:18:03   AMED - Der barê parêzer Mehmet Emîn Aktar de, bi sedema ku girtanemeya der barê nelirêtiyên di dema lêgerîna li ofîsa xwe de parve kiriye, bi îdiaya "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşana daye" doz hat vekirin.    Der barê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar de bi îdiaya "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşana daye" doz hat vekirin. Di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya 25'ê Nîsanê de ku li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatibû destpêkirin, polîsan avêtibû ser odeya Parêzer Resûl Tamûr jî ku şirîkê Aktar e û li vir dest bi lêgerînê kiribûn. Aktar, girtenameya der barê nelirêtiyên di dema lêgerînê de li ser medyaya sanal belav kiribû. Lê bi sedema ku di girtenameyê de navê dozger hebûye, ev yek wekî sûc hatiye hesibandin û der barê Aktar de doz hat vekirin.    Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin. Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku Aktar bi vê parvekirina xwe dozger hedef nîşan daye.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji salekê heya 3 salan ceza li Aktar bê birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê îdianameyê qbeûl kir. Danişîna ewil dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin.