Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin 2023-08-30 09:19:02 STENBOL - Girtiyê nexweş Erdal Ozel, 17 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Xwişka wî Kûmrû Akgul ragihand ku birayê wî bi awayekî destên wî ji paş de kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê tê kirin û bêyî ku tehlîlên wî bên kirin car din wî tînin girtîgehê.  Girtiyê nexweî Erdal Ozel, di sala 2006'an de li mala xwe ya li Kanarya ya Stenbolê hat binçavkirin û piştî 15 rojên di binçavan de hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Ozel ku 6 mehan di Girtîgeha Bayrampaşayê de ma, paşê sewqî Girtîgeha Tekirdag a Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê hat kirin. Ozel ku 17 sal in di hucreyeke yekkesî de ye, nexweşîna dil, tansiyona zêde, diyabet, gurçikan û şîzofreniyê lê peyda bûne.    FERZKIRINA MUAYENEYA BI KELEMÇE   Kûmrû Akgulê, xwişka Erdal Ozel, behsa rewşa dawî ya birayê xwe kir. Akgulê bilêv kir ku 20 roj berê çûye cem birayê xwe û got ku birayê wê ji ber nexweşîna diyabetê nerihet bûye û bi awayekî destên wî ji paş de kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Akgulê diyar kir ku lê bêyî ku tehlîlên birayê wî bên kirin car din ew anîne girtîgehê û got: "Îşkence lê kirine. Xwarina nebaş didin wan. Lewma nikarin xwarinê bixwin. Tiştên li kantînê tênf irotin jî pir biha ne."    DI HUCREYEKE YEKKESÎ DE YE   Akgulê da zanîn ku birayê wê di sala 2006'an de hatiye binçavkirin û got ku wê gavê serê wî şikiyaye û ji ber ku nehatiye dermankirin birîna wî enfeksyon girtiye. Akgulê anî ziman ku wê demê birayê wê 15 rojan di bin çavan de maye û rastî îşkenceya ku dest û pêyên wî bi hev ve girêdayî hatiye û ev tişt gotin: "PIştî vê îşkenceyê birayê min dixin hucreyeke yekkesî. Birayê min di sala 2011'an de ji ber van îşkenceyan hew deyax dike û hewl dide xwe bikuje. PIştî vê telefonî me kirin. Gotin ew rakirine Nexweşxaneya Ruh û Demargiriyê ya Bakirkoyê. Gava em çûn cem birayê min, wî em nas nekirin. Me jî ew nas nekir. Hingî gardiyanan lêxistibû her derê wî reş û mor bûbû. Ji me re gotin 'hewl daya xwe bişewitîne.' Lê min yeqîn nekir, ji lew re laşê wî mor bûbû. Her wiha cixare di nava kefa destê wî de tefandibûn. Lê ji ber ku wê demê min meseleyê fêm nekir, min dêz enekir. Kesê hewl bide xwe bikuje destên wî naşewitin. Birayê min ji sala 2011'an ve di hucreyeke yekkesî d eye."    Akgulê diyar kir ku di sala 2012'an de ji bo birayê wî teşxîsa şîzofreniyê hatiye danîn û got ku çendî hin nexweşînên wî yên din jî hebin jî Saizya Tiba Edlî (ATK) rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye birayê wê. Akgulê destnîşan kir ku divê birayê wê bê berdan.    ‘BILA TABÛT DERNEYÊN'   Akgulê destnîşan kir ku li girtîgehê tenê birayê wê nayê îşkencekirin û bal kişand ser girtiyên jiyana xwe ji dest didin. Akgulê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev girtîgeh mirinxane ne. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin me 11 mehan Nobeda Edaletê girt. Her hefte em binçav kirin. Bi saetan em dorpêç kirin. Em ê dest ji lêgerîna ji bo edaletê bernedin. Em doza edalet û aştiyê dikin. Em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin."    MA / Ferdî Bayram