Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e 2023-08-30 09:40:52   ŞIRNEX - Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê destnîşan kirin ku sedema sereke ya hemû krîzên Tirkiyeyê tecrîda li Îmraliyê ye û gotin: "Heya tecrîd neyê rakirin, dê tu pirsgirêk çareser nebin."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de tê tecrîdkirin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ku 30 meh in tu xeber jê nayê girtin, an nayên bersivandin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabûha Akdag û Abdûllah Gulgen destnîşan kirin ku sedema krîzên li Tirkiyeyê tecrîda Îmraliyê ye.    Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdagê bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan û civakê belav bûye û got: "Bi polîtîkaya tecrîdê tê xwestin ku gelê kurd bêhnê nestîne. Zimanê me, çanda me, xwezaya me û dîroka me jî tê tecrîdkirin. Bingeha pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan e. Heya tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe û meseleya kurd çareser nebe, tu pirsgirêkeke Tirkiyeyê çareser nabe. Çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, bi rakirina tecrîdê pêkan e."    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Akdagê diyar kir ku bi tecrîdê re êrişên li hemberî kurdan jî her diçe zêde dibin û got: "Hema bibêje tevahiya budçeyê ji bo şer tê veqetandin. Lewma her diçe krîza aborî kûrtir dibe û bandora wê ya li ser civakê jî zêde dibe. Ji ber krîza siyasî ya ku bi tecrîdê re kûrtir bû, bi hezaran endamên me hatin binçavkirin. 7 sal in bi polîtîkayên şerê taybet armanc dikin ku gelê me ji nasnameya xwe û partiya xwe dûr bikeve." Akdagê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne gelê kurd, bandorê li gelên Rojhilata Navîn jî dike û got: "Ji bo rakirian tecrîdê pêşî divê em xwe berprisiyar his bikin. Her wiha divê li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Ewropayê jî gel bi berprisiyarî tevbigerin. Divê em li her derê cîhanê bi çalakiyan li dijî tecrîdê bitêkoşin."    ROLA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ   Hevserokê HDP'a Şirnexê Abdullah Gungen jî destnîşan kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de gelê kurd tê tecrîdkirin û got: "Heya polîtîkaya tecrîdê bidome, dê tu pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nebin. Rêya xelasiya ji xitimandinê jî şikandina tecrîda giran a li ser birêz Ocalan e. Êdî divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî hay ji vê hebe."    BÊALÎBÛNA CPT'YÊ   Gungen destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ne saziyeke bêalî ye û got: "Gava mesele tê ser tecrîdê, CPT bêalîbûna xw ewinda dike. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe, li teref çareserkirina meseleya kurd cih nagirin û CPT jî li gor wan tevdigere. Birêz Ocalan bi pêkanîneke di tu hiqûqê de tune ye rû bi rû ye. 30 meh in nikare hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye, lê ev hêz vê bêhiqûqîtiyê ji nedîtî ve tên."    ‘ÇARESERÎ BIRÊZ OCALAN E'   Gungen destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye û got: "40 sal in pevçûnek heye û ji her du aliyan bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran gund hatin valakirin. Sedema aloziya siyasî, aborî, civakî û darazê ya Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e. Heya tecrîda li ser birêz Ocalan bidome, dê ev alozî jî bidome. Rêya çareseriyê hevdîtin bi birêz Ocalan û rakirina vê tecrîda giran e. Gava tecrîd bê rakirin dê pêşiya gelek tiştan vebe. Dibe ku pêvajoya pevçûnî ya 40 salan bisekine. Lewma divê hemû kesên dibêjin 'em xwedî wijdan in, em doza aştî û demokrasiyê dikin' bên cem hev û ji bo rakirian tecrîdê zorê bidin van hêzan bikin."    MA / Mehmet Guleş